be goşey çaweket

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  517 Dîtin
xudawenda çîye ew diłberey min, hênde bê bake
çi bê řuḧme, çi ẍeddare, çi diłřeq, çende seffake
yedî beyzay heye, î’cazî musa, ew guł’endame
cemalî yusfe ḧusnî, dû zułfî marî zuḧḧake
gutim: ey nazenîn bê lutfî ta key boçî wat kird lêm?
gutî: çit dîwe ey ’aşiq, serî xot hełgire řake
gutim: nazanî ger min çîm dewê lew lêwî şîrînit
gutî: her maçe dermanit, le gonay min temennake
gutim: derdî diłî zarim be luqman kwa dewa dekirê?
gutî: asane dermanit, şeřabî gerdinim çake
xet û xał û biro û zułifit, heřacyan kir dił û dînim
eger yarî wefadarî, be ew giryane biřwa ke
be goşey çaweket cergim hemû letlet buwe qurban
were ḧałim bibîne û têr le ewza’im temaşa ke
leber giryan û şîn çawim nemawe, nûrî çawanim
xeyałî koçî to bo dił, bełaye û zor xeternake
le goşey ḧucreda diłteng û meḧzûn û perêşanim
desa řuḧmê bike qurban, birînî dił mudawa ke
be zułf û perçemî dawdaw û ałozit, meke qetiłim
fîday ebroy kemanit bim, legeł minda medara ke
bizane «fatîḧîNasnava edebî» yekser ser û małî le řêt dana
xuda deyzanê dił bo to wekû awêne řûnake