payzim şiř kird

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  312 Dîtin
payzim şiř kird minî pîr û řizîw
fesłî zistan hatewe bo minî hetîw
bê kiras û berg û pêław û kewam
hełdelerzim bê pena û cêge û pesîw
řoj le mizgewtê be tenya û bê řefîq
şew le jûrêm, kes nenas û kes nedîw
her wekû darî řizîwî konesał
bê didan, ’eynek leçaw, qamet çemîw
nûrî çawanim nemawe, dar be des
jînî gencîm lê wine û, kewte nedîw
řojîye ewřo be nazêk bête lam
bê, biłê çonî kuře teřpoşekey «eḧmed birîwCih»?
min le tirsî befrî zistan wa kizim
sarde, wek ew befre pilarî kiçetîw
pîrî gerçî nî’metî xwaye, bełam
qatłe bo pyawî bê me’wa û bijîw
dek be sindanî diłit bê, dewłemend
paşî mirdin, bo çite to zêř û zîw?
şukirî nî’met lazme bo herkesê
pîrî bo xoy řeḧmete, bonî genîw
be’ze pîrêk hen, çiray małî şewan
pîrî waş zorin kesîf û nanecîw
leşkirî pîrî hicûmî kirdime ser
êskî řeq nerme, wekû goştî kułîw
xozge pîrîm qet nedîbaye le kes
şêrî nêr pîr bê dełên: řêwîy bezîw
zor lemêje bextekem boy nûstuwe
ew firîşte nayete hodey tepîw
xwaye nemgatê nexoşî naşkurî
menził û małim telan, bê doł û şîw
ey xuda! ey xalqî cinin û beşer
řojî mergim, ew sege nemda firîw
řojî waweyla be firyadim bigey
«fatîḧîNasnava edebî» bê çareye û mat û řizîw