lade egrîce û peçe
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
1 Xulek
400 Dîtin
lade egrîce û peçe û gêlgêle, ey yarî semîm
bê çiray şoqî dû kułimit namewê awa bijîm
mahî řuxsarit le jêr hewrî zułfan bêne der
dû şemamey memkekanit hełmijim, emnî seqîm
keşfî esrarî diłim bo to dekem ḧałî be lêm
guł etoy, xunçe etoy, şekker etoy û toy nedîm
wa sûtawim min le ’îşqa, bûme perwaney şemit
çawekem řuḧmê be ḧałî dostî dewranî qedîm
bew behare xoş û zenwêre be tenya mamewe
sext û dijware xewî kwêstan, bebê lêfe û gilîm
piłpiłe û desmał û derzîley serit, çyan kird be min
her wekû bo cengî e’rab, biçte meydan uřşelîm
wek ẍezalî sił, siłêkî kird û birdî hoş û dił
aferîn askî xuten, şîrîn qedem, nerim û ḧelîm
serwet û mał û cemałit zor le endaz derçuwe
musteḧeqqim bo zekatit, bîde bew bendey hetîm
qîl û qalî ew zemane tîfłî sawa pîr deka
«fatîḧîNasnava edebî» her to be lawî mayewe û saẍ û selîm