gezo barî

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  310 Dîtin
gułî jînit lebin hênam be nazêk yarî newřeste
gutim bo xatrî cwanît bese tawêkî řaweste
lejêr perdey ḧeya û ’îsmet, dû lêwî wek gułê pişkût
gutî meydanî ’îşqî min, ke lêy dernaçî lêy heste
be qurbanî qed û bałat, ser û mał û řez û baxt
be tałanî mebe řuḧ û şi’ûr û bîrî em heste
leber ’etir û bixûrî çînî zułifit mat û ḧeyranim
seba car care deyhênê, be sozey nerim û ahîste
şełałî xwên û zûxawim, be tîr û xencerî ebrot
le cêda kewtûm, zar û zelîl û ’aciz û xeste
behay maçêkî lêwit zor girane, zeḧmete bo min
meta’ û zêř û zîwî min le dinya şî’ir û hełbeste
le ahî dił eto boçî ḧezer nakey gułî newřes?
birînî dił deway naye, bebê hetwanî ew deste
gezo barî le dû lêwit, seraser şekir û hengiwînî
wekû heng û meges pabendî şehdî tome pelbeste
tenafî zulfekanit xiste mil, bo kuştinî ’aşiq
çi fayde şîn û giryanim lelay ew załme meste
tewafî berdî řeş bo ḧacyan me’lum û meşhûre
le daney xałî řûy men’im deka ew turke çaw meste
be sed naz û ’eteb tîrî le cergî dam û boy derçû
hemû řeftar û kirdarî, diro û tezwîr û enqeste
perêşanḧał û aşuftem, nîye dermanê bo derdim
meger yarim le bom bênê şeřabî konî serbeste
le dinya her kesê hawřaz û ẍemxiwarî xemanit bê
be tenya «fatîḧîNasnava edebî» her ew řefîq û dost û gişt keste