pêncixiştekî leser hełbestêkî «seyd ’ebdulqadrî seyadet»
Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
2 Xulek
431 Dîtin
min ẍulamî çînî zułf û, şêt û şeyday perçemim
’aşiqî ebroy kewan û, sêw û lîmoy dû memim
tozî řêgey diłberan û, kuşteyî şehdî demim
«min perêşane diłim, emřo ke ẍerqî matemim
wek çyay berzim bełam gîrodeyî hewr û temim»
derdedarî kułmî sûr û, maçî sergona û lebim
bo tewafî xałî řût dêm, lêm geřê herçî hebim
key deway derdî nexoş awaye? ya xwa her nebim
«namewê kes barî derdim hełgirê mecnûn debim
her ewendey xoy nebête bar û serbarî xemim»
katî lawîm zor demêke zîze lêm, cêm hêştuwe
xermenî ’umirim be bêjîngî ’emel dabêjtuwe
xanexwêy pîrîm, tenafî lerz û tam řahêştuwe
«pîr bûm û derd û xemî dinyam hemû cor çêştuwe
pîre dar danaye min bew barewe çon naçemim»
çawekem ew zułme ta key? ’aşiqî bêçare mird
leşkirî zułfî tetar û tîrî ebrot çî nekird?
nîwe gyanêkim leberdabû be ẍemzêk pakî bird
«małî ew zułfe perêşan bê minî gîrode kird
êste bew xoşnawîyey min bûm, be řîsway ’alemim»
ew diłey yarim dizîbûy, camî mey xwardotewe
lutfî caranî nemawe, meylekey sard botewe
bê ewey agam lexo bê, bo minî nardotewe
«řojî řeş wa piřtewî řûy toy le min şardotewe
çareřeş min taze hîwadarî şu’lêkî şemim»
nîwnîgay çawit ’îlacî ew diłey piř derdime
wesłî yar aramî qelb û, řeng û řûyî zerdime
dûrî to mayeyî şeřaře û, ahî sîney serdime
«tozî gerdî řêgeket dermanî zexmî derdime
her be hîway tozê lutfî tom û tozê merhemim»
sozî sîney piř xiroşim ’alemêkî xiste ḧał
«fatîḧîNasnava edebî» giryane pîşey pîremerdî konesał
tamî diłdarîm nezanî, sade û nekułîw û kał
«nałenałî dił delawênêtewe korpey xeyał
her şewe ta řoj «seydKes» gwêřagrî zîr û bemim»