wek ferhad, hawar

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  229 Dîtin
guł û gułxunçey newbeharim řo
baxî gułan û guł’uzarim řo
egrîcey xawî şîrîn karim řo
narinc û behê û guł henarim řo
aramî diłî bê qeram řo
çawkejałekey seqir û bazim çû
xawenî lence û ẍemze û nazim çû
meḧremî esřař, diłnewazim çû
yarî nerim û noł, kanî řazim çû
wek bulbul gułî şax û řazim çû
şenge bêrîyekey lay kwêstanim kwa?
qamet ’er’erî gułistanim kwa?
saqyekey bezmî nêw mestanim kwa?
gułe sûrekey kurdistanim kwa?
zułf şořekey diłistanim kwa?
gerdin bilûrî řû be xałim çî?
yusfî mîsir, xoş cemałim çî?
çiray bê giřî şew le małim çî?
merhemî diłî xeste ḧałim çî?
neşmîlanekey newnehałim çî?
kîje kurdekey nêw biłbasim bû
mil piř le mûrû le ełmasim bû
şemame û lîmoy jêrkirasim bû
şoxî bê meylî kes nenasim bû
xet û xał şirîn, biro dasim bû
hełałe û swêsney «mozerên»m toy
bała berzekey diłřifênim toy
bêrî hewar û xemřewênim toy
leylekey bê meyl, diłtezênim toy
nazk û nazdar, çawşehênim toy
wek ferhad hawar, hey şîrînim bê
serwî xeraman, nazenînim bê
lêw le’il û mercan, gułcenînim bê
îşare û qaqaw pêkenînim bê
«fatîḧîNasnava edebî» wek mem, xatû zînim bê