tîrî ebroy

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  366 Dîtin
tîrî ebroy da le cergim karîye peykanekey
celbî kirdim çawî mestî bo derî meyxanekey
mestî kirdim maçî kułmey kewtime řeqis û sema
qum qimokî badeye zor şîrne fincanekey
bûme ’ebdî ałqe legwêy, ew le kwê bê min lewêm
carubar wek gyanî şîrin, piř deka peymanekey
gyay wicûdim bew behare jyayewe, wek guł be aw
jengî serdił řademałê piłpiłe û lerzanekey
girim û hořî hewrî nîsan û şirîxey baznekey
xoşe le gwêm, çeşnî dengî kirmek û pawanekey
pîrî kirdim derdî dûrî, dił le tawan piř cexar
załme, key dê bipirsê şîwen û giryanekey?
mezre’ey dił wişk û bê awe le cewrî řojgar
qet nebû carê bipirsê ḧałetî dêwanekey
pertim û dêwanewarim, zor melûl û ’aczim
bote zincîrêk le milda, pirçî ser dû şanekey
«fatîḧîNasnava edebî» dewr û zeman wek xoyetî, bêhûde to
ser bexo sûtawî ew şem’e û, eto perwanekey