yařeb çîye em diłbere?

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 2 Xulek  645 Dîtin
ew xeyme û řeşmałe ke lew deşte be paye
cêy ’uşretî derwêş û feqê û şêx û melaye
fîrdewsî şebîhêke qerax û der û deştî
piř ḧorî û ẍîlman û perîzade lîqaye
bax û çemen û gułşen û bustane kenarî
kanyawî dełêy çeşmeyî zułmatî beqaye
kêw û xiř û ladołî hemû lale û sunbul
etrafî berîne wekû meydanî qyaye
nałînî kew û bulbul û qumrî be hemû dem
wek zîkirî mirîdanî tewekkul be xudaye
cobarî şeřab û ’esel û şîrî legeł aw
dermanî hemû derd û nexoşîn û bełaye
yařeb çîye em diłbere kewtûmete dawî
nûtfey beşere, ya wekû ḧorî le semaye
serwe qedî, ya ’er’ere, ya ney şekerîne
şem’e dem û řûxsarî, weya nûr û zyaye
qews û quzeḧe, sa’îqeye ya nekû berqe
gerdinliẍî şanaze, bebê layqî şaye
maçêkî le bo ’aşiqî bê çare û xemgîn
herzane, serî ’aşiqî bedbextî behaye
zûłfeynî syahit, legeł ew tîẍî biroyet
řuḧ celb deken boye diłîş wa be wefaye
ger «fatîḧîNasnava edebî» maçêkî bika lew dem û lêwet
têr nabê ebed lew feřeḧ û seyr û sefaye!