bulbulî teb’im nexoşe

Li pirtûka:
Kilpey Derûn
Berhema:
Mela Ebdulrehmanî fatihî (1930-2002)
 1 Xulek  373 Dîtin
min wekû kew natewanim, wek şehên û baze ew
min ḧezîn û bê zimanim, gułdem û tennaze ew
min le şarî bêkesîda gêj dexom sewdaserim
her xerîkî bezim û bade û ’ud û naye û saze ew
bulbulî teb’im nexoşe têkçuwe bazařî min
beste û şî’ir û witarî, neẍme û awaze ew
min esîr û ḧepsî daw û, dił letî tîẍî birom
perçem û zułf û mijołî efser û serbaze ew
destew’ejno, «serifgende» dûr le xoşî û lezzetim
qed wekû serwî řewan û, dem gułî şîraze ew
pêkenîn lêm zîz buwe, giryane hawřazî şewm
řû le min naka, zwîre, bazî tîj perwaze ew
bê meta’ û zêř û zîwim, bê řewace şî’rekem
gewher û yaqûtfiroşe, tacîre, bezzaze ew
kwa tebîbî ḧałzanim?, bê deway derdim bika
diłřifên û xemřewên û meḧremî her řaze ew
diłberî şox û necîbim «fatîḧîNasnava edebî» zû çû le dest
çawřeş û, ’aşiqikuj û, şeřřaře bê endaze ew