dir sal awil hicirit yihud binî qirîzih û binî nizîr û binî qînqa’ û binî ’itfan dir xidimit ḧizirit risul ﷺ sؤal û cwab kirdind

Li pirtûka:
Rewzetul Sefa
Berhema:
Mîrza Ebdilqadirê Paweyî (1850-1910)
 3 Xulek  253 Dîtin
tayfey yehûd ce dewłetmendan
ehil mubezêr ce xudpesendan
«binî nizîr» û «’itfan arca’»
«binî qirîzih» û «binî qînqa’»
ru’esay qewm tayfey yehûd
xuđa neşnasan ehil bê wicûd
yekser we hey’et êctima’ xas
bełam nek we şerit êrade û êxlas
derdem we ḧezret hicûm berdişan
gişt ce řêsalet su’al kerdişan
watin muḧemmed dił we endêşen
to ce nibuwet nişanit çêşen?
mexloqat be çêş mekerî de’wet?
karê ker pey wêt nebo be zeḧmet
fermawa be nam padşay ekber
be tesdîq qewł xuđa û pêẍember
xuđa yekêwen bê hemtay bê bak
eşya gişt we ḧukim ew mebo be xak
ew kesim xuđa wesfim ce tewrat
kerden pey musa ce řûy ka’ênat
şefa xway ummet gişt êns û canim
yeqîn pêẍember axir zemanim
wesfim fermawan padşay celîl
ce peřey tewrat zebûr û êncîl
’ulemay yehûd yekser mezanan
daym pey êwe yeka yek wanan
wer ce tewellud min we dehir dûn
kitab gişt ’alem kerden řehnimûn
ce mekkey şerîf nimebom aram
medîne mebo we cay hêcretgam
pey çêş? çûn xatem pêẍemberanim
hem fazłiterîn gişt serweranim
swar wiştir giłêm poşenan
daym şîr germ wiştir noşenan
be pare nanê qena’et darûn
be tengî û ’usret we şad mewyarûn
nişanim surxî ce her dû dîden
karim be mîzan gişt pesendîden
muhir nibuwet nesben ne doşim
perdey ’îwbat merduman poşim
ce sayey ew şay ferd tenyay tak
ce şahan dewr hîç nedarûn bak
yehûd ’erz kerdin fermûdet řasen
her çît fermawa bê kem û kasen
ême pey karê amayn we xidmet
mebo qebûł key ce řûy merḧemet
ba nebo ce beyn cehil û cehałet
qerar deyn we hem sułḧ û sełaḧet
tayfey yehûd her penc şeş giro
ne dost bîn we to ne duşmen we to
nederîn azar hem we yaranit
hem nebîn kumek pey eẍyaranit
toyç hem we ême hîç nebot karê
neyawo be kes ce to azarê
take bizanîn axir kar to
çenî qewm wêt we ko meyawo
ḧezret êltêmas yehûd qebûł kerd
we îzin me’bûd tak tenyay ferd
ne be aşkara ne be penhanî
ne be pa û dest ne be zebanî
ne peşt ḧezret, ne kumek be kes
be hîç xeyałê nekeran hewes
wey tewr qerar dan ce mabeyn hem
her dû xuđawend kerdişan ḧekem
er neqsê bibo ce peymanşan
ya xo fêtneyê ce tuẍyanşan
hûnşan we şay ḧezret ḧełał bo
çi cay ewlad û ezwac û mał bo
her qebîleyê ew sułḧ name
nwîsya řeqem, xoş xêtame
her yek da we yek kone me’lûmê
gumřay dił ce seng bedkar şûmê
qerar dirya sułḧ xwelasey kelam
sełaḧ bî ce beyn yehûd û êslam