deyłêm û bê bakim

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 2 Xulek  3972 Dîtin
heçêkî bête ser zarim, emin deyłêm û bê bakim
egerçî bêkes û zarim, emin deyłêm û bê bakim
ewî aẍaye bê bêkare, cebûn û qełs û lasare
dizî û řê girtinî kare, emin deyłêm û bê bakim
gelê bê fîkir û îdrakin, gelê bê xêr û napakin
tuxwakey kameyan çakin, emin deyłêm û bê bakim
ewende gêj û bê hoşin, ḧeya û namûsê defroşin
lebo azadî nakoşin, emin deyłêm û bê bakim
xuday aẍawetan qende, lebo qendin hemû bende
beḧałî wan deken xende, emin deyłêm û bê bakim
nîyane bîrî serbestî, deken fexrê bejêrdestî
deřon herwa berew pestî, emin deyłêm û bê bakim
le tałan û biřo azan, le řêgirtin hemû wiryan
diro nakem bipirse wan, emin deyłêm û bê bakim
ewaney êste serdarin, cefacon û sitemkarin
ẍułamî pûl û dînarin, emin deyłêm û bê bakim
beşew ta řoj deken tegbîr, çi miłkêkî biken dagîr
çi damawêk biken yexsîr, emin deyłêm û bê bakim
leber zułim û cefay wane, weten yekbare wêrane
hezar xozgem bebêgane, emin deyłêm û bê bakim
le şerim û şûreyî mirdim, bexom min çon biłêm kurdim
ke aẍa abřûy birdim, emin deyłêm û bê bakim
minim lawêkî bê perwa, le kes bakim nîye bexwa
eger aẍa le ḧebsim ka, emin deyłêm û bê bakim