xawenî zêř

Li pirtûka:
Tarîk û Řûn
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 1 Xulek  2745 Dîtin
lebar û qît û qoze xawenî zêř
eger kûře û weger goce û şel û gêř
bejin barîk û şûş û şořelawe
eger pîrêkî xwên tałe û wirg têř
dełên zana û edîb û xwêndeware
eger neyxwêndbê şeş pît û dû dêř
bełam zêřit nebê sûkî eger to
bidey dersî hezarî wek şiksipêr