giftar dir byan bi’zî az ’icayb az aminh şahd şidin dir şib wiladit û zikir bi’zî axbar ruz dîgir az tuld an cinab si’adit
Li pirtûka:
Rewzetul Sefa
Berhema:
Mîrza Ebdilqadirê Paweyî (1850-1910)
4 Xulek
604 Dîtin
hem ce amîne menqûlen ew şew
watiş bêdar bîm satê nek ce xew
ladê lerz kerdim ’eteş yawa pêm
ḧeyran bîm satê ce ḧałat wêm
dîm murẍê sifîd şîrîn peř û bał
ama nîşt ce lam çûn ḧał zan ḧał
yek qedeḧ leb řêz aw xuşgewar
awerdiş perêm wêney xidmetkar
guman meberdim daxo ye şîren
ya ’etir kafûr ya boy ’ebîren
wextê ke noşam dîm deway derden
çûn şeker şîrîn çûn yexaw serden
cem’ê ce zenan şox bała berz
gişt perî peyker řend ḧûrî terz
medan teskînim pey pey cew ḧałet
her yek we new’ê mekerd dełałet
min hem we xeyał qewm mêhreban
mewatim yaran daxo ye kê ban?
êmşew çenî min wey tewr dił safen
er hen her ewlad «’ebdalmenafErebî»en
bełê me’lûm bî ce dimay ewan
maman her maman ta ke hefit şewan
yekêşan ḧewa zewcey adem bê
yekê asye yekê meryem bê
yekê sefuray mûsay serwer bê
yekêşan sara û yekê hacer bê
naga dîbayê sifîd dîm ce ser
ama tûlanî be emir dawer
dîsan nêdayê we sem’im yawa
watiş ew newhał «cinit almawaErebî»
bipoşaş ce xelq penhan ce nezer
newînoş we çem «dyar albişirErebî»
çend giroy ’ecîb be şikił tyûr
we bał û minqar řeng hezar cûr
gişt we muḧemmed ser firûd awerd
her yek we new’ê şukiraney ḧeq kerd
be’zê hem êbrîq cewahir be kef
yekser mewatin be min latexef
be ’etir û ’ebîr ẍusił kerdişan
des des gişt sucdey şukir berdişan
ce qesir beyza boy bixûr xêza
ce min hem ’ereq kafûr meřêza
mewatim ey kaş «’ibdalimtilbErebî»
ḧazir mebî pey î gişt ’ecayb
firîştan ’erş bwînaş we çem
gişt biđa we bad koy xermaney xem
qesir û der û mał nizîk ta we dûr
yekser bî temam we yek qetre nûr
ce ban ke’be ko ko nûr wara
melayk sef sef ’elem winara
wextê muḧemmed kewt ne řûy dinya
fewrî sucde berd we tay bê hemta
çûn kesê pey wêş «tezer’Erebî» kero
pena û êltêca we lay ḧeq bero
destiş bułend kerd çend du’a wana
cew dima we ḧukim danay tewana
yek destê henî peyđa bî ce ẍeyb
poşaş ser ta pa, we dîbay bê ’eyb
horgêrit û berdiş ẍeyb bî ce nezer
min watim hana «alilh akbirErebî»
dîsan nêdayê ama we qaym
wat beraş we lay babaş êbrahîm
nezer kero lêş binwazoş zerîf
ta muşeřef bo be dîn ḧenîf
hem we cay mewlûd enbyahan da
bigêłnaş temam we deryahan da
ta ehil bêḧar bizanan we dew
qet’en kufir û şirk ce zemaney ew
giroy řoḧanî êns û cin yekser
aga ban ce nûr şay «xîr albişirErebî»
qapî hêdayet ḧeq kerden meftûḧ
safî adem û qurb du’ay nûḧ
tewḧîd şîst û êta’ey îdrîs
teqway sałḧ û tewanay circîs
mertebey hûd û mu’cêzey yeḧya
zuhd şu’eyb û zêkir zekerya
hêmmet û sexay êbrahîm xelîl
sunnet êsḧaq û zêbiḧ êsma’îl
e’caz lût û ed’yey xerqîl
ewrad yuşe’ řûzey êstimo’îl
sebir eyîwib û sehim yeş’ya
sewt dawud û sêdiq ermya
eduyey ḧêkmet ’ilûm luqman
tac zulqerneyn text suleyman
zekay «zalkifilErebî» û zîrekî şem’ûn
du’ay yuns û delîl harûn
xişû’ xizir û mu’cêzey musa
pakî elyas û enfas ’îsa
sed û bîst û çwar hezar enbya
mertebey giştim da we mustefa
serdar serxêł enbyahanen
xak pak paş tac şahanen
padşay dewłet hefit êqlîm wêşen
řutbey şefa’et ’asyan pêşen
xwelase çend siř, çend ’ecaybat
ew şew ce ê’caz mewlûd ew zat
yek ce şon yek, řû meda we hem
amîne ew şew yekser dî we çem