17

Li pirtûka:
Janî Gel
Berhema:
Îbrahîm Eḧmed (1914-2000)
 14 Xulek  1166 Dîtin

ke cwamêr geřayewe małî lawe, jinekey lawey miřumoç dî. tirsa lewey mêrdekeyan girtibê lebatî em, çunke herçende le řûy qanûnîyewe hîç peywendîyekî nebû legeł cwamêr beramber be ḧikûmet, bełam qanûn‌wimanûn pêçrabûnewe. şitêkî asayî bû ke xizim û kesukar û bigre xanexoyş bigîrêt lebrîtî mîwanekey. be şerim û tirsêkewe hewałî lawey pirsî:

― sê řoj lemewber geřayewe le şarî «ḧ...» ke dî to winît, ewîş xoy şardewe ta bizanêt meselekey to be çî egat. eq! be gewre û biçûkî nîye kake cwamêr, ne’ebû wa bê‌seruşwên xot win keyt!

cwamêr çawî piř bû le firmêsk, řengî zerd hełgeřa û leşî kewte lerzîn, wîstî qise bikat giryan berî gerûy girt, boye serî şoř kird û bêdeng řûy kirde ew jûrey boyan danabû, dergakey leser xoy daxist û xoy da beser cêgekeya û daye piřmey giryan, hemû ew firmêskaney bêperwa hełřişit ke heşt no řoj bû le tirsî naḧez û le şermî dost behêzêkî dilêrane berbestî kirdibûn. ew gileyîye heqe řeqey jinekey lawe hêzî leber biřî û destî şikand, le wizeya nema lewe zyatir xoy bigrêt.

jinekey lawe xeberî hatnewey cwamêr û matemînî û giryanî bo lawe gêřayewe, ewîş lejêr zemîn hate derê. ke geřayewe małê çawî be cwamêr kewt, hîçî nedaye řûy. xoşî û jinekeşî, ke agadarî wez’eke bûn, eyanzanî ke hoy pejare û matîy cwamêr eweye ke nemanî jin û kuřekey bo derkewtuwe, bełam neyan’ezanî lekwê û çon zanîwêtî.

êware lawe mêzî řazandewe le jûrekey cwamêr. zortirîşî bo xoy bû, kewa çend êwareyek bû neyxwardbuwewe. ke danîştin wekû caran perdaxêkî xiste berdemî cwamêrîş. serî suř ma hîç qisey nekird.

way zanî agay lê nebuwe, qapekey bird boy tê kird, bêdeng bû. înca pêy wit:

― xot awî tê ke!

cwamêrîş bêwirte qumê awî tê kird û nay be serîyewe. le nîw se’at pitir tê peřîbû beser danîştinekeyana, cwamêr bêdeng û peytapeyta eyxiwardewe. laweş ke be qûłî û firawanîy pejarey ezanî niqey lexoy biřîbû, zortirîş leber’ewey ney’ezanî çî biłê û le kwêwe tê hełçêt!

boye desełatî bêdengî şiłeqandin û qise dest pêkirdinî waz lê hênabû bo cwamêr. emîş wa dyar bû heta ehat barî matî û xefetî leser kełeke ebû, boye ew çawey biřîbûye erzeke meger bo qumdan le perdaxekey berzî bikirdayewe. lawe taqetî çû, hesta çuwe jûrekey tir lay minałekanî. paş beynê hatewe. wek bitirsê lewey ke çuwe jûrê matemînîy jûreke day girêt, her le dergawe witî:

― heste cwamêr! ba îmşew le jûrî nanxiwardin şîwekeman bikeyn, wa dyare daykî dara be mîwanî danawîn, çêştî xoşî bo lê nawîn.

kiftey sabûnkeran ke xot ḧezî lê ekeyt.

lawe zor çak eyzanî qisekey lepřimey pêkenînî naw şîwen eçêt, bełam her emey bebaştir zanî lewey dan binê be şîwenekeda û serlenwê hemûy taze kenewe. cwamêr bematîyekewe witî:

― destekanî xoş bê, kuřî nemrê. carê zuwe bo nanxiwardin.

were to çořê areqim bo bêne û danîşe ba nextê qise bikeyn.

lawe besersamîyewe witî:

― areq! ewe nîw qapeke nîye leberdemta!

beterîqîyewe cwamêr witî:

― tya nemawe!

lawe bepele sersamîyekey şardewe û be řûyekî tewaw xoşewe nîw qapî key hêna xistye berdemî witî:

― fermû ewe areq û ewe minîş danîştim!

hêşta şûşeke baş cêgîr nebûbû leser mêzeke, cwamêr piřî pya kird û pêkêkî gewrey bo xoy tê kird. laweş bezerdexeneyekewe perdaxekey xoy lê birde pêşewe witî:

― nextêkîş bo min!

lawe ke perdaxekey ebird bo lêwî peşîman buwewe lewey ke xoy xiste ber qemçîy cwamêr. baştir ewe bû mawey řazdakutanî neda. wekû şitêk kewte tirs le qisekirdinekey. le diłî xoya witî: ebû xom xeberim bidaye û hemû şitêkim bo bigêřayewe wekû heye bebê ewey mawey ewe bidem le xełkî bibîsê. êsta xwa ezanê çonyan bo gêřawetewe û çîyan pê wituwe. behełe çûm wam ezanî ta zortir lêy bişarmewe û direngitir řastî bizanêt bo xoy çatre. be hîway eweş bûm baştir boy bihonmewe, hezar û yek car dastanekem le mêşkî xoma gêřawetewe, bîrkarîm kirduwe, gořîwme keçî be kełkî hîçim nehat. hel le destidan eme encamekeyetî. bełam zor seyre hîç wa dyar nîye le min zwîr bêt!

dengî cwamêr hênayewe serxoy ke witî:

― ewe çîye lawe gyan? boçî destit be pêkekewe wişk buwe? nazanim qisekem dest pê bikem. beřastî lawe min şermezarî tom. bexořayî û bê ewey bizanim zorim dił azar dayt, toş diłit ne’ehat řastîm pê biłêyt, çunke ewende besam û êsk‌giran bû! emdî ke basî minałekanim la ekirdît betewawî têk eçûyt. tumez to etzanî dêy gułan nugro kirawe û kesî lê derneçuwe û hîwa û kałêy minîş lew dêyeda parçeparçe bûn wek hemû danîştuwanî key dêyeke! of çî ekey legeł karî xwa!

lawe êstaş ke cwamêr basî hîwa û kałêy bo ekird her řengî zerd hełgeřabû, çawî biřîbuwe mêzeke bê ewey hîç şitêkî taybetîy leser bedî bikat. eyzanî ebê ewîş qiseye bikat, bełam wexte bû lêk bibêtewe ke mêşkî ne’egeyşit be firyaya û hîçî be bîra ne’ehat.

xwawřastan kirdî cwamêr xoy witî:

― îtir em base bes bê! carêkî tir diłî hîç kesêk be nawbirdinyan azar nadem. tenya heqyan beser minewe heye ke heta mawim nawyanim lebîr neçêtewe. înca ba bêyne ser qisey dunyayî. eme nakirê kakî xom ke min wekû dabeste beser towe bileweřêm, ebê îşê bikem!

lawe neyhêşt em heley le dest derçêt beterîqîyekewe witî:

― tu xwa eger qisey wa bikeyt cwamêr gyan!

cwamêr leserxo witî:

― zor supasî hestî berizit ekem, bêguman to gelê pyawetît beser minewe heye, bełam eme qisey pê nawêt ke zor naşîrîne minîş herwa bê îşukar bisûřêmewe (îstêkî kird) ... naşzanim çî bikem?

fermanberî ewe xo her hîç bîxere ewlawe ne mîrî minî ewêtewe û ne minîş taze fermanberîm pê ekirêt. hemû karêkî keş desmayey ewêt. eşzanim to natwanî desmaye bo min peya keyt û heqîş nîye ke byełim bîkeyt. tenanet eger le wizeşta bêt, çunke îşî min xanûy serşîwe. heq nîye sereřay em hemû çakeyet tûşî serşořî û qerzarîşt bikem. tenya yek řêgem dozîwetewe!

lawe hełî daye witî:

― ełêy çî pêkewe îş bikeyn?

cwamêr zanî lawe em qiseye le bezeyî û pyawetîyewe ekat û hîç lêkdanewey legeł nîye, boye witî:

― ne kakî xom, emeşt legeł nakem û zor supasîşt ekem.

řêgekey xomit pê biłêm. min cê‌xanûyekim heye, tapoy leser bawkime, herçende kawlyan kirduwe, bełam etwanim şwênekey bifroşim û bîkem be desmaye. lêm geřan û serkewtim ewe baştire. xo eger sernekewtim ya girtîşyanmewe ba noş leser dey bêt! înca to ełêyt çî?

dway îstêk lawe witî:

― başe to çendit desmaye ewê bîłê beşkû min botî řêk xem?

― pêm witî kakî xom! min desmayey tom nawêt, şeřugeřî xomit lê la edem. gunahe toş be xomewe bisûtênim, minałit wirde. wa dyare yekêkî tazeştan be řêweye! cige lemeş tom hełgirtuwe bo şitêkî tir carê katî nehatuwe basî bikem. carê to pêm biłê kelawekem çend ekat?

lawe nextê lêkî dayewe witî:

― êsta behoy bê‌asayşî û şeřewe mułk şikawe, legeł eweşa cêgekey başe, lewaneye metrî çwar pênc dînar bikat. çend metreye?

― nazanim. bełam xoy eda le sê sed metir.

― ê başe şitêkit bo ekat. bełam to carê pêt newtim çî ekeyt!

cwamêr bê‌sê‌widû witî:

― kitêbfiroşî!

lawe serêkî ba da witî:

― řojekey emřo nebê kasbîyekî xirap nîye. bełam îmřo biřwa nakem lem şareda pyawî pê bijî, çunke tenanet gelê lew kitêbaney ke le paytextîş çap kirawin, lêre qedeẍen û xełkî leser egîrêt! çi cay kitêbî tir. sereřay eweş lam waye îcazey ewêt!

― bîrim le hemû barêkî kirduwetewe. têkřa çakey le xirapey zortire.

lepaşa deskewtî herçende kemîş bêt sełtêkî wekû minî pê ejî!

naneskîm bese!

lawe nextê bêdeng bû, înca witî:

― ewî řast bê min ewendey lê nazanim. bełam ke xot lat baş bêt lay minîş başe! bełam îcaze çon?

cwamêr witî:

― to heqit nebê ewe leser xom. to tenya dû şitim bo bike, yekem kiřyarêkim bo bidozerewe. duwemîş ...

lawe witî:

― ê, duwemîş ... dey tewawî ke çî ket bo bikem?

cwamêr herçende başî xwardibuwewe û eşîxwardewe, keçî her beşermêkewe witî:

― beqerz penca dînarim berê, ta mułkekem efroşim.

― tu xwa cwamêr em qise hîçane meke!

lawe way wit û destî kird be gîrfanya. cwamêr witî:

― bêne başe!

emey wit û destî bird parekey lê wergirt û dayna leser mêzeke û witî:

― bełam be birayetîman ke bom hênaytewe lêm wernegrîtewe leber çawit pareke edřênim. bese ewetey ber bûm bîst û pênc dînarit dawmê.

be dirêjayîy de sałîş mangî dû dînarit bo nardûm û minałekanit bo bexêw kirdûm, lêreda wek qisekey le bîn gîrabêt bêdeng bû, perdaxekey hełgirt û nay be serîyewe. dway pişûyekî baş henaseyekî hełkêşa û hestaye ser pê witî:

― ba biçîn şîwekeman bikeyn.

laweş bêdeng milî řêy girt bo jûrî nanxiwardin, lewêş bêwirte nanekeyan xward. ke lê bûnewe serî le dergay beynekewe dirêj kird bo jûrî danîştinyan û be dengêkî nextê berz witî:

― destekantan xoş bê daykî dara ... beřastî kiftekeşt naya» bû û ... wekû hemû çêştekanî ket.

ke hatnewe jûrekey cwamêr, lawe pêy wit:

― ça lê nirawe, ełêy çî!

cwamêr witî:

― ne îmşew naxomewe. destî bird perdaxekey piř kirdewe qumêkî gewrey lê da. lawe wirtey nekird, le diłî xoya witî:

heqyetî ... îsta serxoş ebê boxoy bêhoş ekewêt ta beyanî, emey çatre lewey ta řoj ebêtewe gîngiłe bidat lenaw cêda!

bem core bêdeng danîştin. cwamêr eyxiwardewe û cigerey beyek da’egîrsan, laweş bê’aram yarî be tezbêḧe kareba denk zilekanî ekird. lepiř hestaye ser pê witî:

― min xewm dê eçim enûm. bizanim beşkû beyanî kiřyarêkî başt bo peya kem bo cê‌xanuweket ... şew baş!

― şew baş! xwat legeł.

beyanî ke cwamêr çuwe binc‌wibnawanî meseley cê‌xanuwekey boy derkewt ew ḧîczey xirawete serî la nebrawe hêşta. ewîş bebêdeng erzuḧałêkî da be karbedestan tya nûsî, kewa leber’ewey mawey zîndanîkirdinî tewaw kirduwe dawa ekat ke ḧîciz leser şwên‌xanuwekey la bibrêt betaybetî ke eyewêt bîfroşêt û lem şare bigwêzrêtewe bo yekê le şarekanî xwarûy wiłat, we daway le karbedestan kird ke ewan be arezûy xoyan şwênekeşî bo dyarî biken.

cwamêr xoy eyzanî ke hełbijardinî şwên heqî xoyetî wîstî ew heqey xoşî bixate dest ewan. dway em erzuḧałe bang kiraye dayerey asayş û hoy em biřyarey lê pirsira. ewîş witî kewa dway mirdinî jin û minałekey řûxandinî xanuwekey hîç peywendîyekî way nemawe bem şarewe ke lay xoştir kat le şwênêkî key wiłat, bepêçewane lêre birînîşî ekulêtewe, cige lewe ḧezîş ekat řêgey diro û delese le naḧez bigrêt û çon em de sałe dûr buwe lem nawçeye êsteş beyekcarî û be arezûy xoy xoy dûr exatewe. paşmawey ’umrî dûr le herawhoryayek beser berêt lejêr sêberî qanûn û nîzama!

em qisane û ew řaportaney lebarey bê‌çalakîy cwamêrewe dirabûn be karbedestanî selmand ke cwamêr nek her kełkî ewan, kełkî leşkirîşî pêwe nemawe. boye yarmetîyan da ke zû îşekey cêbecê bibê. laweş kiřyarêkî bo dozîyewe be nirxêkî baş cê‌xanuwekey lê kiřî.

ber lewey xanuweke bifroşêt şewêk le małî lawe le jûrekey xoya eyanxiwardewe, řûy tê kird û pêy wit:

― kake lawe biřyarêkim dawe ebê yarmetîm bideyt cêbecêy bikem çunke bo hemû layek başe!

― bîłê bizanim! bêguman her karêk çakey toy tyabêt min amadem be hemû twana yarmetît bidem!

― emewêt le sibeynêwe bigwêzmewe lêre. boxom şwênê pêkewe binêm.

îtir bese em sipłî lawirgîye!

lawe dway îstêk serêkî ba da witî:

― carê ber le hemû şitêk to sipłî lawirg nît, dił û cergît. lepaş emeş be lay minewe çaktir eweye gwastineweket bixeyte dway ewey ke dest ekey be îşkirdin û înşałła ser ekewît! ewsa hîç gileyîm nîye le gwastinewet!

― kakî xom min babayekî serbegobendim. eger behoy minałekanewe...

nebwaye her le seretawe ne’ehatme êre. bełam witim ke hemû dinya bizanêt minałî min ew bexêwyan ekat be lay xomewe ebû be kerêtî û be lay xełkîşewe be sipłeyî, eger yekser le zîndanewe řûm nekirdaye małî êwe!

― emane qisen. ewetey hatûytewe kes hewałî toy nepirsîwe, biřwa nakem lemewdiwaş bîpirsin. kewtûn be derdî xoyana. hîy wekû min û to meger le řeşbigîrêka tûş bibêt ke eweş ne gunahmanî tyaye û ne agirbiřî bo ekirê!

― lay min wa nîye, min û to zor cyawazîn. lay mîrî min kabrayekî daxî zîndanî syasîm be nawçewaneweye, bełam to yekêkî wekû hemû kurdêkî asayîy tir. lepaşa nabê min dersê lew çend řoje werbigrim ke tya win bûbûm? to naçar bûbûyt xot bişarîtewe û mał û minał û karubarit cê bihêłît, eme hemûy behoy cenabmewe! ca toy bêtawanî le hîça nebû boçî tûş bikem? ne’ ne’, be hîç corêk nabê carêkî tir to û mał û minałit bixemewe ew derdîserî û naxoşîyewe lepênawî hîçîşa!

lawe herçende bew erzuḧałeşî ne’ezanî ke cwamêr dabûy lebarey dûrkewtineweyewe le şar, her bewey ke lay wa bû mil edate kasbî û îtir xoy le hemû gumanêk dûr exatewe, serî suř mabû lem qisane. boye witî:

― be lay minewe em qisane bê‌serupên! legeł eweşa to xot çonî bebaş ezanî wa bike!

― zor supast ekem. kewa bû le sibeynêwe egwêzmewe.

― xêrî pêwe bêt. başe egwîzêtewe kwê?

― ḧez nakem pêt biłêm çunke (beterîqîyekewe) ta xom bangitan nekem namewêt bêne lam. herwa nextê şwênekem řêk exem ewsa xom dêm etanbem!

lawe be řazîbûnêkî naçarane û sersuřmanewe witî:

― başe gyanekem bam emîş be diłî to bêt. ê îtir hîçî ket mawe?

― hîç, gelê supas. cwamêr hestî ekird lawe wek minał yan nexoş legełî ecûłêtewe, bełam gwêy nedaye.