15

Li pirtûka:
Janî Gel
Berhema:
Îbrahîm Eḧmed (1914-2000)
 12 Xulek  1362 Dîtin

ke cwamêr kewte řê hêşta dû sat û nîwî řojî mabû. hemû ew keyn‌wibeyne le yek dû deqîqeda řûy da. hêşta ḧepesawî karesateke bû, kujrawekanî key ne’enasî. bełam mergî kutupřî ew jiney, hemûy nextê leweber piř bû le jyan û lawî û tase û hîwa û arezû, wekû şitê kasî kirdibû. kaşkî neynasyaye, ewîş wekû kujrawekanî tir daxêkî bê‌şwênî ena be diłyewe û ebřayewe. bełam êsta dway ew nasîne, herçende ta nemird nawîşî ne’ezanî, ta mawe daxî le diłî dernaçêt. weyş daxim naçê bo minałe sawakey, xwa ezanê mêrdekeşî mawe ya mirduwe. beřastî be nirxêkî yekcar zor twanî bêtawanîy xoy îspat bikat! pekû çi giran kewte seryan! jinî kiłoł çon bo sî dînar xoy da be kuşt! lay wa bû be lenawçûnî ew sî dînare ekewête swał, neyzanî ebê be xwênî. cwamêr lem bîrkirdinewaneda bû hatne xwarewey çwar pênc kes le kêwekey deste řastyewe serincî řakêşa û zincîrey bîrkirdinewey pisan, ke nizîktir bûnewe dî pênc çekdarin. legeł eweşa ke eyzanî çekdarî em kej û kêwane dujminî mîrîn, de sałî bendîxane way lê kirdibû le hemû çekdarêk bisłemêtewe, boye bê ewey bîr bikatewe hengawekanî gewretir û řewtî xêratir kird. bełam teqelakey bêsûd bû, çunke řêgey çekdarekan leberdemî ewewe eyda le şeqameke. hîway eweşî nebû lepêş ewana le dû řêyaneke têpeř kat, çunke řêgey em hewraz û řêgey ewanîş nişêw, her etut xil ebnewe.

bîrî kirdewe le geřanewe, bełam bo? leberçî em tirse bêcêyey lê nîştuwe? ew çekdarane leşkirî azadkerî nîştimanin, polîs û serbazî ḧikûmet nîn. zerdexeneyekî terîqî ser lêwî kewt û be wîstinêkî dyarewe řewtî xoy hêwaş kirdewe. bełam ewende wa nemayewe kewtewe xêrařoyştin, nexêr kewte lařêgirtin. çekdarekanîş etut bo lay em dên, carubar lepena dewen û le çał û çołayek duwanêkyanî lê win ebû. bełam têkřa hemîşe her yekêkyanî lêwe dyar bû. hemîşeş lem nizîktir ebûnewe.

― meřo kabra!

yekêkyan bangî kirde cwamêr. emîş qełemî dest û pêy şika. meřoy ne’ewîst, çunke bişîwîstaye hêzî řoyştinî nemabû. her ewendey çawtirûkanêk geyştine serî û abłuqeyan da. syanyan xoyan lê da be erza û lûley tifengyan tê kird û duwanekey keş lêy hatne pêşewe.

― kêy kabra? bo kwê eçît? dest hełbiře!

cwamêr teqelayekî zorî da ta be dengêkî nelerzokewe bêbakane biłê:

― babayekî řêbwarim eçim bo ladêy «gułan».

dû çekdareke beyekewe dayane qaqay pêkenînêkî deskird û yekêkyan witî:

― be xwa şitêkî başe! laşey sûtaw ejmêrît ya xanûy řûxaw!

cwamêr tê negeyî kabra çî ełêt, boye neyzanî çonî weram bidatewe.

ḧepesaw le nêwanyana westabû çawî egêřa beşkû bizanê gałtey legeł eken yan çî!

çekdarî yekem be tûřeyîyekewe têy xuřî:

― qise bike bizanim boçî demit bû be tełey teqîw? řast biłê kêyt û bo kwê eçît?

cwamêr ke ta ehat zyatir le metirsîy dewruberî egeyşit heta twanî beşêneyî witî:

― nawim cwamêr bayze, eçim bo dêy gułan, xêzanekem lewêye. le małî pûrêtî, eçim eyhênmewe.

çekdareke şîřanî be serya witî:

― kabra to ya zor kerî yan zor zorzanît?

çekdarî duwemîş hełî daye witî:

― we yaxud ême beker ezanît!

çekdarî yekem witî:

― bełê waye ya ême beker ezanêt!

çekdarî duwem witî:

― hîç dûr nîye casûs bêt mîrî nardibêtî bizanê encamî bordumane diřindanekeyan çî buwe!

yekem witî:

― bełê hîç dûr nîye.

sêyem le pena berdekewe qîřanî:

― bêguman casûse. boçî ewende leserî eřon? a laçin bîkem be qurbanî gulleyek!

çekdarî yekem temaşayekî piřserzenşî çekdarî sêyemî kird witî:

― bîrit çuwewe, hemûy pêrê pêyan witîn ke casûs nabê bikujîn, ebê bîben bo barega lewê me’lûmatî le jyanî gelê benirxtirî lê wer’egirin, ewsa eger wîstyan eykujin.

kabra bêdeng serî daxist. cwamêrîş wekû şitê tas eybirdewe.

eme çîye? xewe, řaste! casûsî çî? kuştinî çî? hanay birde ber hemû jîrî û wirey xoy û řûy kirde çekdarî yekem û pêy wit:

― kakî xom min cwamêr bayzim nawe, taze le zîndan hatûme derê, de sał bendî bûm, leser kurdayetî gîrabûm, jin û kuřekem eme mangêk mang û nîwêke beserdan çûn bo dêy gułan, małî pûryan lewêye, eçim eyanbemewe bo şar, îtir ne casûsim û ne mamûs!

çekdarekan herzekartir bûn lewey nawî cwamêr bayzyan bîstibê, cige lewey ke qisekanî be lay ewanewe eger diroşî lê nebaryaye, kerêtî ya şêtîy lê ebarî. bełam ewey tyabû ke cwamêr qisekanî ewende leserxo û bedłinyayî ekird dû çekdarekey nizîkî baweřyan şiłoq bû bewey ke em kabraye casûs bêt. her hîç nebê leber’ewey ke casûs nabê ewende ker bêt!

cwamêr ke dî bêdengin baweřî zyatir be xoy peya kirdewe witî:

― hîç qisey pê nawêt. hemûy çarekeřêyek lêrewe dûre, bo řastî û diro werin legełim!

hêşta qisekey tewaw nekirdibû yekê le çekdare dûrekan witî:

― hîç manay nîye gwê bigrîn lem qise qořane. êste lay min hîç gumanî tya nema ke em kabraye casûse. ełên kurd bidwêne şer’î xoy ekat! ełê bendî bûm taze berdirawim, boye berdirawe ke casûsî bo mîrî bikat. egîna çi bendîyekî xonefroşî nîştimanî heye dway de sał zîndan mîrî bîhênêtewe bo êre, bo naw cergey şořş! yałła dey eyben bîben û eykujin bîkujin!

― cwamêr hawarî pê kewtewe qîřanî:

― bawkim hey le řêy xwada, le řêy pêẍembera bo be naheq emkujin, ełêm werin legełim bo dêyeke, eger dirom kird ewsa bimkujin. xêzanekem le małî mam pîrote, bêguman eyannasin.

çekdarî yekem betûřeyîyekî tewawewe neřanî beser cwamêra witî:

― bîbřewe, em qise qořane, bełam da le çaret! serit be gořî babî xot û ewey kerî wekû to enêrêt bo casûsî. pêman witî gułan eme mangêke be borduman kawil kirawe, darî beser berdewe nemawe û małî ew mam pîrotey to eyłêyt, nek zelam, gyanleber gyanî lê dernekird, her laşey kesîşyan nedozrayewe. «řûy kirde hawřêkanî»:

hestin ba bîbeyn bo barega!

hêşta çekdarî yekem le qisekanî nebûbuwewe cwamêr be lada hat.

kewtinekey hênde lenakaw bû çekdarekan wayan zanî eyewê pelamarî tifengî çekdarî duwem bidat, ke be lay ewa heresî hênabû, boye ew ayekî berzî le dem derçû. wekû kêç berz buwewe û duwemîşyan heta twanî qonaẍe tifengêkî geyande nawşanî cwamêr, kewa tenya be ladahatnekey le şikan řizgarî kird.

***

cwamêr ke hoşî hatewe berxoy lepêşa bîrî nekewtewe lekwêye. ke xoy kêşayewe nawşanî daye zirîke, ewsa beserhatekey hatewe bîr.

legeł eweşa řûdaweke ewende naxoş û besam bû baweřî be xoy ne’ekird, ke le xewa beserî hatuwe yan beřastî lêy qewmawe! çon îsta hemû şitêkim le çawtirûkanêka lekîs eçêt, hîwa û kałê û serbestî û serberzîş. ne’, baweř nakem, ne xełk û ne xwa ewende diłřeq bin! em hemû felaket û derde û beła û kiłołîye beseryekewe becarêk bikirê be gij taqe yek kesî bêtawana! ne’ ne’! eme ya ebê xew bêt ya diro. bełam bo diro bêt be çi nyazê ew çekdarane dirom legeł eken?

be nyazî azardanim! bełam ne’, ew sistî û xawî û matemînîyey laweş her nîşaney řastîy em karesate bû. besezmane eyzanî çî qewmawe û diłîşî ne’ehat be minî biłê. minîş pêm nabuwe řêsî milî, bêguman em seferey dwayîşî her bo ewe bû ke xoy le min dûr xatewe, hetawekû eme xwaye le serçaweyekî kewe be małwêranîyekem ezanim! leme zyatir hîç manayek nabînim le cûłanewey seyrî laweda. herçende nawî hîwa û daykîm ebird, řengî zerd heł’egeřa. êsta dey, emane hemû qisen, çî bikem? çon em bełayem pê heł’egîrêt? wayş hîwa gyan! bawkeřo birařo!

gerûy piř bû le giryan, ewîş bêperwa bestî bo şikan. firmêsk hon hon be çawya ehate xwarewe. bo çûn? bo çûn bo ladê! małyan wêran kirdim. xełk lem axoran û bixoraneda le ladêwe řa ekate şar. le bextî řeşî min kałê le şarewe eçête ladê. eçê bo małî pûrî. małî pûrit kawil bê wek kawil bû. ełên laşey kesyan nedozîwetewe! of xwa êsta gořîçeyekîşyan nabêt biçme serî têr têr firmêsk biřêjim.

be xwa mergêkî naxoş mirdin. ew satey min le xoşî xoşî berełłabûn û bewan geyştina bûm, ewan bomba parçeparçey ekirdin.

beřastî dujminêkî bêşeřef û diłřeqman buwe be tûşewe. xoşman gewcîn, axir tu xwa eme çi şeřêke! ta key małwêranî! ta key quřbeserî! min çîme be serewe xway ekird qiřyan exsite yektir.

(serêkî ba da witî): ne’, peşîmanim xwaye! wa dyare em karesate nakawe cergibře eqłîşî têk dawim, çon min hîçim nîye beser em şeřewe, ey ewe nîye ełên hîwa û kałêmî tyaçûn. ey wa xerîk nîye xoşmî tya bednaw û pyawxirap ebim. em girtinem şerim û şûreyîye bo hemuwan, çon ebê min bigîrêm! minê de sał lawîm lem řêyeda le bendîxaneda beser birdibêt? be çi ayn û bawe řêk řewaye bigîrêm! eme zułme! hemûy gunahî em minałe wirdikaneye. weyş çon diłim yet! em minałe wirdikane gułî şořşin, lawî geln, gurçu û hîwayn. hîwa gyan be her layeka eřom û le herçî şitê bîr ekemewe tom yeytewe bîr û ser zar! kuře çon, çon şitî wa ebê, çon zułmî wa ekirêt? nana emane hemû qisey hîçin. min çon ebê be qisey em minałe wirdikane baweř bikem! ewane key cêy baweřn, betaybetî le meseleyekî wa giringa. xom eçim be pê û şwênyewe, eger serim danawe eçme binc û binawanî kareke. xo eger xwa nekerde neşmabin ewa dengubasêkî řastî çonêtîy mirdin û naştinyan ezanim û lem dozexî gumane řizgarim ebê û ekewme diłnyayîy na’umêdîyewe.

derdî daykim eyut řezam be řezay xwa. řezaş nebim çarim çîye? her ebê biłêm řezam, xwa way le çare nûsîbûm! hîç kes desełatî namênê le ’astî mirdin, nexwazeła minî bêdesełatîş! bełam em girtine nařewaye lêy têk dawim. wa taze dunyaş tarîk bû. bêguman îtir kes naye be lay minewe. ne’, xo lebirsa namkujin! her yekêk dêt xepleyekim bo bênêt, pêy ełêm bimbat bo lay gewrekeyan. axo kê bêt? nasyaw bwaye çak bû! lekwê nasyaw ebêt? nazanim hawtemenekanî min ełêyt hemûyan qiřyan tê kewtuwe û mirdûn û gîrawin ya bezîwin û hełatûn. lem çeşne xeyałaneda bû dergay jûrekey kirayewe. zelamêk kirdî be jûra, kulêreyek û dolkeyek be destewe. pêy wit:

― eme şêwekete bom hênawî. hemûman em êwareye nan û ça exoyn toş wekû ême!

cwamêr leserxo û nextê bekzîyewe witî:

― başe bawkekem zorîşî zyade. bełam to pêm biłê key pirsyarim lê eken û řizgarim eken? beşkû biçim hewałêkî ew minałanem bizanim.

xêrtan egat le řêy xudada xo êwe kurdin! kuřeke bebê ewey niqe bikat çuwe derewe û dergakey le pişt xoyewe daxsitewe. cwamêr xencerit lê bidaye xwênî lê ne’ehat.

keçî ewendey pê neçû kuřeke geřayewe û herwa le dergawe pêy wit:

― pirsîm ełên dû řojî tir lêkołerewe dêt betaybetî bo meselekey to, eger ew nehat to enêrin bo lay. herçonêk bêt eger bêtawan bît hîç tirist nebêt! ême zor car tobe le tawanbarîş qibûł ekeyn, ewende diłfirawanîn, boye sizaket zortirî bende be xot û kirdarî xotewe!

way wit û dergakey pêwe dayewe û řoyşit.

cwamêr tenanet helî eweşî nebû ke weramî bidatewe. bełam weramî kê? her ne’ebû le seretawe qisey legeł bikem. çawyan derbêt, çawî minîş derbêt, ełêyt jinim epařêmewe «... xêrtan egat le řêy xwada ...» ’emirit nemênê pyaw! bełam lê dayt bo xot û ẍîretit! nexêr pêwîste îtir bikewme tilîlîlî, çunke bêtawan siza naden! wek nezanim kabray çayçîy quřbeser çon bêtawan xirawete jûrî zîndanewe! kuře tawanbar û bêtawanî çî? be herçî swênd heye hemû desełatdarêk le ’astî řastî û hejarî, ya kwêre ya keř!