bab 24

Li pirtûka:
Mukri Kurdish Bible
Berhema:
Ludvig Olsen Fossum (1879-1920)
 6 Xulek  526 Dîtin

1) û yesû’ le heykelê weder kewt û deřoyî û şagirdanî wî hatne le wey paş qet emin nabînin heta biłên: membarek bê ewey ke be nêwî pêş hetakû ’îmaratî heykelî be wî nîşan biden.

2) beła ew cwabî da û be wanî gut: «erê ew hemû çitane nabînin? řastî be engo dełêm: lêre berd leser berd qet namênê ke neřuxêndirê.»

3) û ke ew leser kêwî zeytûnî řodenîşt şagirdan hatne kin ewî betenê deyangut: «be me biłê kengê ewane debin? we nîşaney hatnî to û axîrî dinyayê çî debê?»

4) yesû’ cwabî da û be wanî gut: «hoşyar bin ke hîçkes engo hełnexełetênê.

5) çunke zoran be nêwî min dên û dełên: «emnim mesîḧ» û zoran hełdexełetên.

6) û ke le şeřan û xeberî şeřan debyên, hoşyar bin meşêwên, çunke lazme ke bibê beła hêşta axîrî nîye.

7) çunke mîllet leser mîllet řast debêtewe û padşayetî leser padşayetî û qatîyan û zilzilan de cê cêyanda debin.

8) beła hemû ewane hewełî jananin.

9) ew wextî ewan engo be ezyetî teslîm deken û engo dekujin û lekin hemû mîlletan debuẍzêndirên leber nêwî min.

10) û ew wextî zoran hełdengutrên û yektirî teslîm deken û yektirî debuẍzênin.

11) û zor pêẍemberanî dirozin hełdestin û zoran hełdexełetênin.

12) û leber zorbûnî bê şerî’etî, meḧebetî zoran sard debê.

13) beła ewey ke heta axîrê sebrê bika, ew xełas debê.

14) û ew încîley padşayetî de hemû dinyayda we’iz dekirê bo şayedî bo hemû mîlletan û ew wextî axîrî dê.

15) dena wextêkî «naḧezî wêranî» ke be destî danyał pêẍember kutrawe, de cêy muqedes řawestaw debînin.

16) (ewey ke deyxiwênê ba bifamê), ew wextî ewaney ke de yehudîyedan ba hełên bo kêwan.

17) ewey ke leser banye, ba nête xwarê ke çitanî le małî xoy hełbigrê.

18) û ewey ke de zewîdaye, ba negeřête paşewe ke cilî xoy hełbigrê.

19) emma way bo awsan û şîrderan dew řojaneda.

20) beła du’a biken ke hełatnî engo de zistan yan de şemoyda nebê.

21) çunke ew wextî weha tenganeyekî gewre debê ke wekû ewî le hewełî dinya heta ewêsta nebuwe, nexêr qetîş nabê.

22) û eger ew řojane kurt nekiraban hîç gyanêk xełas nedebû, beła leber hełbijêrawan ew řojane kurt dekirên.

23) ew wextî eger kesêk be engo biłê: «eweta mesîḧ lêre yan lewêye, baweř meken.»

24) çunke mesîḧanî dirozin û pêẍemberanî dirozin řast debnewe û nîşanan û ’ecaybanî gewre deken weha ke eger mumkîn bibê hełbijêrawanîş hełdexełetênin.

25) eweta de pêşda be engom gutuwe.

26) dena eger be engo biłên eweta de çołêdaye, weder mekewn, eweta de xełwetîyandaye baweř meken.

27) çunke wekû biruske le řojhełatê weder dekewê û heta řoj’away dyare, her wa hatnî kuřî însanî debê.

28) her cêyekî ke kelakê bê, lewê dałan xiř debnewe.

29) û cê becê le paş tenganey ew řojaney, řoj tarîk debê û mang řûnakayî xoy nada û estêran le asmanê ber debnewe û quwetanî asmanan delerzin.

30) û ew wextî nîşaney kuřî însanî le asmanê dyar debê, û ew wextî hemû ’almanî erzê şînê deken û kuřî însanî debînin ke leser hewranî asman be quwet û celalî gewre dê.

31) û melayketanî xoy denêrê be kerenayekî gewre û hełbijêrawanî wî xiř dekenewe le çwarlayan, lew peřî asmanê heta ew peřî dîke.

32) beła le dare hencîrî ew meseley fêr bin: wextêkî likî wî şîredar buwe û gełay der deka, dezanin ke hawîn nîzîke.

33) her waş engo wextêkî hemû ew çitane debînin bizanin ke nîzîke le ber derkey.

34) řastî be engo dełêm: ew silsile qet řanabrê heta ew çitane hemû debin.

35) erz û asman řadebirin beła kelamî min qet řanabirin.

36) beła ew řoje û se’ate kes nazanê ne melayketanî asmanê û ne kuř, bêcge le bab tenya.

37) çunke çilonêkî řojanê nuḧ bûn, her waş hatnî kuřî însanî debê.

38) çunke çilonêkî dew řojaneda ke le pêş tofan bûn deyanxiward û deyanxiwardewe, mareyan dekird û mare dekiran heta ew řojey nuḧ wejûr gemê kewt.

39) û neyanzanî heta tofan hat û hemûyanî bird, her waş hatnî kuřî însanî debê.

40) ew wextî dû de zewîyekîda debin, yekêk destêndirê û yekêk becê dehêştirê.

41) dû jin destařê deken, yekêk destêndirê û yekêk becê dehêştirê.

42) dena be xeber bin çunke nazanin de kêhe řojeda řebbî engo dê.

43) beła ewey bizanin ke eger xanexwê bîzanîbaye de kêhe nobeyda diz dê, be xeber debû û neydeyêşt ke małî wî kun bikirê.

44) leber ewey engoş ḧazir bin, çunke dew se’ateyda ke fikir naken kuřî însanî dê.

45) dena kêye ew ’ebdey emîn û ’aqił ke aẍa leser ehlî małî xoy danawe hetakû xorakî de wextî xoyda be wan bida?

46) xozge bew ’ebdey ke aẍay wî wextêkî dê debînê ke weha deka.

47) řastî be engo dełêm: ke ewî leser hemû małî xoy dadenê.

48) beła eger ew ’ebdî xirap de diłî xoyda biłê: «aẍay min direngê deka»;

49) û dest pê deka ke le hawał nokeranî xoy bida û ke bixiwa û bixiwatewe degeł mestan.

50) aẍay ew ’ebdey dê de řojêkîda ke çawenoř nebê û de se’atêkîda ke nezanê.

51) û ewî dû let deka û beşî wî degeł řyakaran dadenê, lewê giryan û çîřandinî dedanan debê.