lew sawe nûrî dîde ke çawim biřîwe min

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1101 Dîtin
lew sawe, nûrî dîde! ke çawim biřîwe min
bo hatinit le řêge ke çawim biřîwe min
ḧa’îl nema le beynî berî pêt û dîdema
fermû ke perdekey sebelim hełbiřîwe min