ji řemza dilberê dîsa, li min batin vejîn derde

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  387 Dîtin
ji řemza dilberê dîsa, li min batin vejîn derde
di libsê tarîyê îsa, xuya bû ew syeh çerde
di libsê tarî û nûrê, perî řengê sifet ḧûrê
ji wadî eymena tûrê, muqeddes kir li min ’erde
ji nar û nûrê teqdîsê, tecella kir li min dîsê
li ser textê xwe belqîsê, hilanîn bê ḧicab perde
ḧicab û perde avêhtin, seba řeyḧan hilavêhtin
ji burcan tîr puř rêhtin, gihan min řast û çep cerde
kirim amancê mizraqan, di dil da tîr çûn faqan
bi celladê xwe ew xaqan, dibêjit: hêj tu xencer de
bi derbên xenceran kuştîn, bi xûna suhir lê miştîn
di çîna sunbulên qiştîn, me dil puř misk û mawerde
gulên her miskê ezfer lê, ’ebîr û ’enberê teř lê
semaya sûsnan her lê, bi zulfan ma tu mawer de
bi ser wan sunbulên tarî, bi hevřa bazî û yarî
bi co da xûn bibit carî, ji qewsan gezmeyan berde
ezim amancê wan tîran, ji peykanan û sertîran
bûym pûlad li ber şîran, seraser têk mam gerde
ku dilber hate vê yolê, ji ber puř hin ketin çolê
ji qencan go řeva holê, ji meḧbûban birin nerde
ji qedid û bejin û balayê, ji řeng û dêm û sîmayê
tu řengî qet xeber nayê, di ḧusnê cewherek ferde
bi xemil û řeng û ře’nayî, bi meḧbûbî, bi zîbayî
bi ew ḧusna xudê dayî, ji gul řengan gula zerde
nebat û şekkera lêvê, nesîmê wê gul û sêvê
hilînit perdeya şêvê, şifaya hindekî derde
ji neqiş û sun’ê cebbarî, muterra turreya tarî
li nûrê miskê tatarî, li ser wan xemrîyan berde
li ber řojê bibit xêlî, binêrim qameta ’êlî
qedîf û zerkeşê têlî, zubad û misk û ’enber de
bi sîmavê bi zêravê, tu řojê neqşekê bavê
ku da erjeng ji wê navê, li ber řojê nebit perde
eger berqek ji wê řojê, ji şewqa ’iqid û bişkojê
bidit qelbî wekî dojê, li ber dojeh dibit berde
di meydanê şirîn ẍencan, biçerxin mislî şetrencan
turaba ber pîyê qencan, zubad û ’enberîn gerde
dibit bêjin wî sultanî, bi hefit ayatê furqanî
li meḧbûban tu xaqanî, were derbê li qeyser de
mela zanim ji meczûban, tinê najî tu bê xûban
dema dil dî bi meḧbûban, bi şox û şeng û esmer de
dema cellad bên bazî, bi şîr û xencerên tazî
li dergeh da nekî gazî, delal û nazperwerde
emanet da ji bê hûşî, duřên nasufte nefrûşî
melaNasnava edebî zanim ji medhûşî, te dil bê xwab û bê xwerde