her giftugome keçî her dełêm û tê nagem

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3809 Dîtin
her giftugome, keçî her dełêm û tê nagem
her custucome, keçî her deřom û pê nagem
çawim řwa û goşey ew ebrowem nedî
dił bû be beḧrî ’ilûm û le elf û bê nagem