basî geştuguzarêkî xadîm û beserhatî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
450 Dîtin
ẍułamî sadey xawen ẍułaman
tarî le desta ehat xeraman
ẍułaman le pişt serî sef beste
ẍułaman lepêş destî be deste
pencey tarzenî řengî ḧenayî
egrîcey xawî řengî xurmayî
pencey ke lêda le yek tarî tar
be carê sed tar ekewtine hawar
zemzemey tarî, tarî ew yare
tarî diłmî kird be dûsed pare
seday ’ûd û tar meḧwî aẍoşî
nefes řişteyî şem’î xamoşî
be neẍme û nałey tarî piř eser
mezaqî şewqim piř bû le şeker
be řûyî xoş û awazî xoşî
eyxiwênd meqam û destigay derwêşî
perde û teraney awazî şorî
şorî xistime ser katê eygořî