basî ew kesaney ke bo cah û małî dunya, hemû şitê qibûł eken

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  300 Dîtin
talîbî dunya le ’uqba bêbeşe
talîbî ’uqba le dunya diłřeşe
nefsî bedxû bîgrî wek makere
ger berî dey mîslî espî serkeşe
zahîrî pak û be batîn pîs û bed
řûspî me’lûme herdû řûy řeşe
teř zuban û çaplûs û lefzixoş
dił le me’na her wekû qîřî řeşe
ehlî dunya çeşnî dunya bê wefa
mandû û sergeşte her wek bařeşe
qewlî bê nuqsan û ’eybe çî ełê
fî’il û kirdarî ebînî piř ẍeşe
jînî dunya bê beqaye fanîye
qabîlî tî’dade pênce ya şeşe
maddey gułzare emma me’newî
herberî ya sêberî wek ateşe