’eşqî to xeyałme

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  351 Dîtin
le ’eşqî toye be daym qise û ḧîkayatim
be nawî toye hemû defter û řîwayatim
ḧellalî muşkîlatî min xendey lebî le’le
kelamî toye le me’na ḧedîs û ayatim
be yadî toye jyanim kîfayete bo min
be lefzî toye le herdû cîhan muhîmmatim
le ẍeyrî to tełebî ḧacetî le kes nakem
le to řewaye umûrî cemî’î ḧacatim
eger xeyałî kesî tir beser diłimda bê
be yadî towe ekem meḧwî her xeyałatim
be cuz xeyałî to mu’nes nîye le xełwetda
be cuz ḧedîsî řuḧî to nîye meqalatim
ke zeřře zeřře ebê ’uzwî min lejêr xaka
be zîkirî nawî to meşẍûłe le cem’î zeřřatim
xorakî şamî min xwênî dił le dûrî to
le řojî ewwełî ’eşqî to waye ’adatim
xeyałî xawe xeyałit le min bikey «xadîmNasnava edebî»
meḧałe ḧałî bibî to le ḧał û ḧałatim