te’rîfî zikirî nihênî adabî terîqetî neqşibendî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  391 Dîtin
çaw leser yek nan lêw nekirawe bî
le cîbî efkar ser ḧesawe bî
dił le xeyałî ẍeyrî ḧeq xałî
xeş û xaşakî tyaya bimałî
binûse lêre, êreye cêy şah
memnû’e dixûl le ma «swî alilhErebî»
dił zakîr ebê be zîkirî celal
zuban lêreda bêganeye û lał
ebête ke’be em bitxaneye
mest ebê daym lem meyxaneye
cîlwey tecella dił eka be nûr
kulbey tarîkit piř ebê le nûr
cennet û ḧûr û qisûr ger hebê
lem meqameda bot peyda ebê
edeb û suḧbet ba şî’arit bê
ta wekû dulber daym yarit bê
destit her çendê meşẍûł bê le kar
dił nabê hergîz ẍafił bê le yar