çewtî dunya û parêz lêkirdinî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  353 Dîtin
be çep esûřê çerxî piř cefa
ne řastî heye ne mîhir û wefa
çep řeftare xoy bo keç řeftaran
řastî qet nîye bo řast û yaran
le serit bika tac û siddare
axîr eydate pet û sêdare
xel’etî hemû xelqî le dwaye
sefay derûnî piř le cefaye
’uşretî hemû «’usret» û «heme»
nî’metî hemû nîqmet û ẍeme
hemû noşêkî nêşî bedwawe
hemû xoşêkî êşî bedwawe
ke hełt ebřê katê bo sema
meqsûdî waye pêt bika sema
ebînim êsta ferîdî dehre
bê cêge û me’wa esîrî dehre
ebînim serî xawen hunere
le jêr pê pyawî nezan û kere
espî zor řesen exrête jêr bar
kerîş ekene pêşengî qetar
wek ḧîkayetî katî mindałî
zor car bîstûme le ałî
ka û co eden be tancî û be seg
êsqan bo esp û maynî muḧennek
karî çerxî dûn hemûy her waye
çunkî xoy çewte, çewtî tyaye
wek ebî werdî le ’îlma wird bî
fesîḧ û belîẍ be dest û bird bî
ke małit nebû kemałit nabê
çemałit nebû cemalit nabê
ta dewłetit bê ẍemit zyad ebê
ta îşt zor bê, êşt zyad ebê
yek paret exwa eyka be piław
le řê etgatê lêt naka siław
çend te’am exwa ew be małî to
toş her ẍem exoy waye ḧałî to
ew be řoj be keyf pê exulêtewe
toş be şew le ẍem her etlêytewe
ya le layê tir qafłey tîcaret
cerde lê eda eyba be ẍaret
ya zordar be zor xoy lêt esênê
bendî cigerit bewe epsênê
ba bes bê basî pare û emîrî
ba tozê bikeyn basî feqîrî
derdî girane ḧałî hejarî
meger wek ew bê nexwêndewarî
be zigî têrî be sed zig birsî
kes nîye carê le ḧałit pirsî
muḧtacî destî namerdan ebî
bo hemû karê sergerdan ebî
be herdûlawe dunya naxoşe
her karê eykey hemûy her boşe
etewê daym diłit bê ẍem bê
qena’etit bê zor bî ya kem bê
diłit be dunya hergîz mebeste
dił be xwa beste çunkî ew beste
xoy fermûyetî xîtab be bende
«ئەەلەیْse alilّehu بیکەافٍ ’ebْdehuErebî»
dił řeḧet nabê ẍeyrî em řêye
«xadîmNasnava edebî» demêke małî lewêye