dûrî le yarî ’ezîz û nîştiman

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 3 Xulek  544 Dîtin
şemał şinet bê gyan be fîdat bim
sergerdî kize û wirşey hewat bim
peykî xoşxeber be şaranewe
mujdeganîder be yaranewe
kizey nesîmit seḧergahekan
fênkî bexşî diłsûtawekan
tenha becêma û diłim derçuwe
çend řoje azîz be sefer çuwe
gyanî şîrînim êsta hełsite
be gurcî biřo hîç řameweste
wek gêjełûkey henasey şewm
henasey dûrî şewî bê xewm
seławî germim to le weten ke
’ibûrî beser baẍ û çemen ke
le şax û dax û le dar û berdan
le kej û kêw û hem deşt û herdan
le bawacîCihyewe ta heybe sułtanCih
seław le dar û berdî nîştiman
le eskî kowe pê ełên kukun
seław le zînd û le mirdûy kekun
le lutkey berzî şarî çinarokCih
katê egate kanî ḧemamok
letaw çinarok her wekû çinar
giř egirim daym le dûrî dyar
dêtewe yadim kewşek û seyran
le tatukekan ta kanî biskan
hewargey kuřan seyrangay kiçan
le řezî bozî ta omer xuçanCih
cêga kewşek û sê bazî yaran
êsta kêlgeye ya wekû caran
seław le gewre û biçûkî şar bê
du’ay pyawçakan boyan le kar bê
munsî şew û řojgarî dûrîm
teselladerî gyanî sebûrîm
řefîqî xoşî û naxoşî û sirûr
fereḧ bexşî dił çe nêzîk çe dûr
ciłewkêşî şewq şewgarî şadî
bezim aray meclîs ’eyş azadî
şem’î şewgarî şadî û sirûrim
perwane asa sûtawî nûrim
herwek henasey seḧergahî min
be edeb biço xizmet mahî min
eger xewtibû hełî bistêne
seławî minî zû pê bigêne
le hełsandina ezyetî nedey
êşî pê nega karî wa nekey
êşê bew biga zû be min dega
ême yek řoḧîn le dû bedenda
seławî germî ẍerîbaney min
pêşkeşî bike be cananey min
lew kate ke lêm win buwe ew yare
řengizerdî dûrî le řûm dyare
lêy dyarî dawim wa derdî fîraq
tamî zehir eda dûrît le mezaq
bê to dozexe beheşt û gułşen
gułnare gułzar wek xare çemen
aşna û dostan ke dêne yanem
bê to bo hemuwan wekû bêganem
bes bimsûtêne be agirî dûrî
diłim bebê to nayê sebûrî
yaran hemû şew be keyf û sefa
minîş le dûrît ebînim cefa
ne şew řeḧetim ne řoj diłşadim
le kulbey ḧuznim to dêye yadim
xeyałim eřwa bo to sû be sû
diłîş pêm ełê «wila tîٲswaErebî»
pîrî û bê taqet qamet çemawe
cuz yadit munes lelam nemawe
taqetim taq bû axîr nefesme
derdî cudayî ewende besme
şerîkî nałey şewanî dûrî
merhemî zamî diłî mehcûrî
be mergit daym nałe û zarîme
munesim nałey şew bêdarîme
nek netbînmewe azîz carê tir
bo derdî dûrî bike çarê tir
ewraqî jînim wa be hewawe
bo her la eçî bebay fenawe
maławay mêjûy kameranîme
nîşaney axir zîndeganîme
dił le cêgate çawim le řêgat
lem derdî dûrî zû bimde necat
karî şewanim xeyałî bała
şerḧî dûrî to ekem mutala
besye cudayî werewe bo lam
«xadîmNasnava edebî» toş bêne kotahî kelam