beharî şadî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  434 Dîtin
behar hatewe beharî şadî
nesîm pişkiwandî ẍunçey azadî
bulbul be şadî řûy le gułşen kird
neẍme û çirîkey piř le çemen kird
xefet koçî kird le diłî yaran
deryay merḧemet barandî baran
xem xem bû bałay wa çemayewe
hewargey pêşûy le dest dayewe
îmşew çe ḧałe perî perwane
le dewranî şem’ her bê wiçane
bilbil legeł guł her dû demsazin
xawenî řaz û naz û nyazin
min le xeyałî xałî gonatim
mestî çawî mest badey sehbatim
sirûr û neş’ey şerabî wesłe
nobey şadîye çîye em fesłe
saqî bimderê pey pey camê mey
mutrîb bom lêde satê saz û ney
ḧewasî mirdûy çend sałe dûrîm
zîndû bêtewe bibê sebûrîm
«xadîmNasnava edebî» piř kellem neş’ey badey şewq
çeştûye mezaq em bezme be zewq