be munasebetî peşîmanî û pařanewe le xuda û bîrkirdinewe le zemanî ẍeflet û cwanî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 4 Xulek  425 Dîtin
şewê kewtime deryay fikir û xeyał
le gêjawya kewtime ḧałî meḧał
serim ulfetî bû be ejnomewe
be piştî dûta wek kewan komewe
le řojî minałîm û cwanîmewe
hemûm hatewe yad û zanîmewe
le ewweł ke ’umirim buwe ḧevde sał
heta şest û ḧefta, hemûy dî xeyał
le ’eyş û le noş û le keyf û le bezim
le tałî û le swêrî û cefa û le rizim
le seyran û xendan û gułzar û baẍ
le giryan û ḧeyran û hem derd û daẍ
le gîranî saqî qedeḧ piř le mey
le dewranî mutrîb be awazî ney
le bezmî ḧerîfan legeł gułřuxan
le her yek cêge emdî gułřuxan
min û yar û saqî û suraḧî û muł
le goşey çemen bilbil û nazî guł
hemûm hate ber çawî ḧesret demê
nemabû nîşanî le hîçyan kemê
wekû xew bû her lezzetê bû ke dîm
wekû şew bû řûnakî subḧî sipîm
ne coşê le diłda, ne hoşê leser
le saqî û le bade nemabû eser
ne pîrîm le yad bû, ne řojî ḧîsab
ne ḧeşir û ne dozex, ne řenc û ’ezab
ne yadê le mirdin, ne tirsê le xwa
ne şermê le dîn û ne tozê ḧeya
le xonasî ẍafił le xwanasî bûm
be cehil û cwanî be řêda eçûm
ke dîm mûy sipî qasîdî merge bom
le layekî tir şahîde piştî kom
be destê ke eygirt pyałey şerab
elerzî wekû bî lenaw coşî ab
be çawê ke emniwařîye gułřuxan
eřêjê beser xak eşkî řewan
qedî elfime êste wa bote dal
kewa sedrî meclîsme «sif alin’alErebî»
be bałay cwanan nîgah ger ekem
be ḧesret dû destim be serda edem
ne zewqê le diłda, ne şewqê le ser
le gułzarî şadîm, gułî bê semer
lejêr pêm elerzî le pêşa zewî
ewa êste elerzim bûm munzewî
meger dulberim bêt û hełsim be pa
xeyałî qedî bom bibête ’esa
be tałanî bird pîrî hêzî wicûd
elerzim le ḧałî řikû’ û sicûd
pisandî, şikandî, diřandî, hemû
ser û sîne û řişteyî arezû
leber kokekokî şew û pingijîn
serim ney’edî satê řûyî serîn
be ẍefłet be bada çû ’umrî ’ezîz
ẍirûrî cwanîm bû neybû temîz
le yaranî pêşû nemawe eser
ewaney ke řoyîn nyane xeber
yekê mabû hemřazî şadî û ẍemim
enîsî şew û řojim hem hemdemim
le her tengayî bû ẍemxiwarî min
le xoşî û le naxoşya yarî min
diłî pak û xoy pak û hem nawî pak
ewîşim le dest çû çuwe jêrî xak
îtir kameranî û jyanim nema
derî şadmanîm leser daxra
hemû dergehî ’eyş û şadî û sirûr
le min bestirawe çe nêzîk çe dûr
be cuz dergehî lutfî perwerdigar
ke awałeye bo minî şermezar
be sozî diłî xecłet û înfî’al
be dû çawî piř eşkî xwênînî ał
serim hełbiřî bo derî kîbrya
be nałe û be zarî witim: ey xuda
nîda derdeka bexşişt bo geda
werin padşa êste xel’et eda
le her karî zeḧmet eger tom bî yar
le her bend û zîndan ebim řistigar
’efûy padşahan wekû zeřřeye
le deryay ’efûy to yek qetreye
le dergahî şahane řesme geda
bebê beş ebed nařwa nařeza
egerçî hemû padşahî cîhan
geday dergehî ton le her dû cîhan
serî xecłetim naye derganeket
leser ’ehd û mîsaq û peymaneket
xudaya be ḧeqqî kelamî mecîd
be ḧeqqî řesûl û sîfatî ḧemîd
be încîl û ’îsa be eḧkamî ew
be tewrat û mûsa be encamî ew
be řîşî sipî «sanî asnîyn fî alẍarErebî»
ebûbekirî siddîqKes dił bê ẍubar
be ’edił û be dadî îmamî ’umerKes
duwem pêşeway supahî zefer
be ewsafî ’usmanKesy xawen wefa
yekem kanî ḧîlim û sefa û ḧeya
be ’îlmî ’elîKes şêrî perwerdigar
kuřî mamî pêẍemberî nazdar
be xwênî dû şehzadeganî şehîd
ḧiseynKes û ḧesenKes bo miḧemmed ḧefîd
be ahî diłî şewnşînanî şew
le xewfî to naken ebed satê xew
be şamî ẍerîbanî bê cê û řê
be pîranî mezłûmî bê dest û pê
be sozî diłî ’aşîqan ta seḧer
be ahê ke eřwa heta cêy eser
be eşkî hetîwanî bê dak û bab
diłî daxrawim bike fetiḧ bab