cumle

Li pirtûka:
Destûrî Zimanî Kurdî
Berhema:
Tofîq Wehbî (1891-1984)
 4 Xulek  700 Dîtin

49

cumle beyankirdinî ḧukmêke; weku,

agir esûtê. ba le kwêwe yê. deftereke bêne. silêmanî şarêkî xoşewîstî kurdistane.

emaney serewe cumlen; çunke her yekî ḧukmê beyan eken. hendê lem cumlane kurtin û hendêkyan dirêjin; çunke hendêkyan bîrêkî kurt û hendêkyan bîrêkî dirêj pîşan eden.

50

cumle yan beyanî, yan pirsî, yan fermanî ebê:

1- cumley beyanî ewanen ke şitê beyan eken; weku,

min eçme sabłax. pîremegrûn berze.

2- cumley pirsî ewanen ke pirsê eken; weku,

bo naçîye sabłax? aya to em êwarêye le małewe ebî?

3- cumley fermanî ewanen ke ferman da’eden yan epařênewe, weku,

dergakem lê bikerewe.

kertekanî cumle

51

cumleyêk -kurt bê, dirêj bê- le dû kerit durust ebê:

1- baslêkiraw

2- bas

52

baslêkiraw le cumleyêka ew kelîmeyeye ke nawî ew kese yan ew şite eba ke lêy edwêyn; weku,

befir ebarê. hodeke sarde.

lem cumlaneda kelîmey «befir», «hodeke» baslêkirawin.

53

baslêkiraw ebê naw bê yan kelîmeyê bê ke lebatî naw be kełk hênrabê; ew kelîmeyey lebatî naw be kełk ehênrê pêy ełên bonaw; weku,

minałekan řoyîn, ewan řoyîn.

54

bas le cumleyêka ew kerteye ke ew xebere pîşan eda ke leḧeq baslêkiraw edrê; weku,

befir ebarê. hodeke sarde.

lem cumlaneda «befir», «hodeke» baslêkirawin. «ebarê», «sarde» basin.

55

eger bas her le kelîmeyê durust bûbê em kelîmeye pêy ełên fî’il; weku,

min exwênim.

56

eger bas le çend kelîmeyê durust bûbê ew kelîmeye le baslêkiraw edwê fî’le, ewanî tir bo tewawkirdinî me’nay ew lêy ko bûne[te]we; weku,

bayeke emřo liqupopî dartuweke eşkênêtewe.

lem cumleyeda «bayeke» baslêkirawe, «emřo liqupopî dartuweke eşkênêtewe» base. «eşkênêtewe» fî’le.

57

baslêkirawîş etwanê le çend kelîmeyê durust bibê; kelîme zyadekan tewawkerî ebin; weku,

emřo bayêkî zor tund dareke eşkênêtewe.

lem cumleyeda: «bayêkî zor tund» bas lêkirawe, «ba» nawe, baslêkirawe, «yêkî zor tund» bo tewawkirdinî me’nay hatûne pałî.

58

fî’il nawwikî cumleye. ḧetta fî’lêkî gerdankirawî kesdar, serbexo cumleyêke; çunke ḧukmê beyan eka; weku,

min eřom. eřom.

wêney yekem cumleye; çunke «min» bas lêkirawe, «eřom» base.

wêney duwemîş cumleye; çunke ewîş ḧukmêk beyan eka; lemeda karî baslêkiraw bonawî «m» eybînê.

basî natewaw

59

fî’lî «bûn»y natewaw basêke ke hemîşe be yaryey kelîmeyêkî tirewe ḧukmê beyan eka; leber eme pêy ełên basî natewaw; weku,

sine şare.

lem cumleyeda: «sine» baslêkirawe. «şare» base. «e» basî natewawe, «şar» tewawkeryetî.