şa îsma’îl û qemberta

Li pirtûka:
Kurdish Dialect Studies
Berhema:
D. N. MacKenzie (1926-2001)
 3 Xulek  421 Dîtin

1. paşayek ebê le memleketêkî wekû memleketî beẍazemînda. em paşaye wecaxî kwêr ebê. muddetêkî zor nwêj û îta’etî xway xoy eka. lepaş muddetewdiwa bangî wezîrî desteřastî eka, «ełê, ey wezîr, to le cêgey min wekîl (bi)be ta wekû min eçim bo derwêşî, bizanim xwa çî eka.» wezîr danîşt le cêgey paşa, paşa destê cilî derwêşîy le ber kird, řûy kirde şax û kêw, be zîkir û la îlahe îllełłay xoy.

2. le paş muddetêkî zor tûşî kabrayekî řîşsipî bû. kabray řîşsipî su’alî lê kird, witî, «ey paşahim, to çî ekey lêre, be çi derdê giriftarî?» witî, «bałegerdanî seritٖ bim, eger ezanî min paşam eyşizanî be çi derdê giriftarim.» witî, «başe, min û to şertêk ekeyn. min sêwêkit edemê, xwa ewlayekî nêrînetٖ edٖatê, nawî nenêy ta wekû min yêm, nawî enêm. şerit bê, eger to emem legeł bikey, ta wekû mirdin her_leber çawme û le bîrim naçê,» kabray řîşsipî destî birde baxełî û sêwêkî derhêna, daye des paşa. paşa sêwî le des wergirt, xistye baxełî û paşewpaş geřayewe bo małewe.

3. ke geřayewe bo małewe çuwe serawe, bangî jinekey kird, witî, «ey afret, xwa derûyekî be řeḧmetî lê kirdînewe.» sêwî kird be sê letewe, letêkî xoy xwardî û letêkî_da be jinekey, letêkî bird bo maynekey. sêwyan xward, lepaş muddetêkî zor xwa ewlayekî_danê û maynekey cwanû’espêkî bû.

4. çeng muddetêkî besera sûřa, kuř ’emrî geyşte syangize, bo çwarde eçê. le meclîsî paşa çeng kesanêk danîştibûn, su’alyan le paşa kird, witî, «ey paşahim, zor ḧeyfe bo em kuře ke xełq bangî eka bênaw. ême wa cwane nawêkî bixeyne ser ta saḧêbî yêt, nawî enê.» paşa witî, «birakanim, natwanim min le xomewe nawî binêm ta saḧêbî neyet.»

5. lem گûفتûگۆیەا bûn, teq yekêk le dergay_da. paşa fermûy, «biçin, bizanin kêye le derga edٖa.» çûn, dergayan kirdewe, ke temaşayan kird, kabrayekî řîşsipî le ber derga westawe, daway paşa eka. xeberyan bird bo paşa, witî, «ey paşahim, kabrayekî řîşsipî le ber derga westawe, daway to eka.»