beraber guł’uzarî, dîde xwên wek lale deřjênê

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  423 Dîtin
beraber guł’uzarî, dîde xwên wek lale deřjênê
beser řûy zerdima bew řenge em tîmsale deřjênê
xeyałî boseyî ’aşiq be diłya ger xutûrî bê
beser lebya teb û lerzî ḧeya tebxałe deřjênê
nîşaney kesretî baranî eşkim, dîdenî to bû
le dewrî mahî řû zułifit ke řengî hale deřjênê
meraqî girye boyê dîde degrê, ḧałetî dûrî
beser baẍî xeyałî řûyî yara jale deřjênê!
be qesdî dił, le mehtabî řuxa, egrîce keç westa
be nêşî ’eqrebî zehrî leser dunbale deřjênê
be meylî mudde’î, yarim be qetlî min myanî best
be mîslî «samîrî» xwênim le pêy gûsale deřjênê!
zyadîy quwetî załim, nîşaney fetḧî mezlûme
le ’eynî xwarîya xwênî be tîrî nałe deřjênê
nîgay saqî le gerdişda bebê mey ḧałî hênamê!
le meclîs destî «salimNasnava edebî» mey letaw em ḧałe deřjênê!