neydebest zarî’, ezel, tuxmî meḧebbet, kaşkî

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  455 Dîtin
neydebest zarî’, ezel, tuxmî meḧebbet, kaşkî
tuxmî ’îşqî kem dekird, dîhqanî qudret, kaşkî!
ger qełem bed lê dira bo bextî min, řojî ezel
her nebûmaye le mader bo musîbet, kaşkî!
ta le yek dûrî deken řoḧ û cesed, wextî memat
bo myanî yar û min nebwaye fîrqet, kaşkî
bo dewayî derdî se’bî min, ḧekîm emrî dekird
boseyî le’lî lebit tenxiwahî şerbet, kaşkî!
tûlî mecnûnî byaban, teb’î weḧşî dawe pêm
řêm dekewte koyî leyla be’dî ẍurbet, kaşkî!
yarî załim xesłetim şêwey cefaye mah û sał
hefteyê deygirte dił řesmî meḧebbet, kaşkî!
koyî to řewzey berîne, se’be bo «salimNasnava edebî» guzer
dernedekira ta ḧeşir adem le cennet, kaşkî!