eger zułmet bibê, zułfî syate

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  516 Dîtin
eger zułmet bibê, zułfî syate
ḧesarî çeşmeyî awî ḧeyate
qebałey mułkî ’îşqe, lêwî tîşnem
le baẍî řût tełebkarî zekate
le mîsrî diłberî tengî dehanit
şiksitî qîmetî qend û nebate
be ḧelqey kufrî zułifit têkełe, dił
desa hełse, dexîl, wextî ẍezate
eger leyla sîfet, şîrîn zuban bî
dûsed ferhad û mecnûn xakî pate
be mergî to, lepaş qeřnê le qebra
be daym dîdeyî «salimNasnava edebî» le řate