le giryan çû, hemîsan xawim emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  551 Dîtin
le giryan çû, hemîsan xawim emşew
be xuř xwên dê le çawey çawim emşew
be nasor kewtewe, dîsan, birînim
serî kird baz le cêy zûxawim emşew
şerarey agirî dûrî betawe
’îlacim ken, dexîl! sûtawim emşew
nîşaney mergime, teḧqîq ezanim
leser řû zahîre cwanawim emşew
le dił soz û le ser şor û le çaw xwên
le ḧałî xom te’eccub mawim emşew
be zincîrî fîraqit qeyde «salimNasnava edebî»
xeyałî zułfî toye dawim emşew