ewend barî le çawim eşkî xwênîn

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  507 Dîtin
ewend barî le çawim eşkî xwênîn
le lale qirimze «řey» ta «weramîn»
lenaw firmêskî çawma mun’ekîs bûn:
gware û řûmetit, wek mah û perwîn
xuda boxoy dezanê çî dirust kird:
myanit mû, wicûdit kêwî temkîn
beşer bem ḧusne mexlûqî le kwê dî?!
«ti’alî xalq alansanî mînْ tînErebî»
diłim teslîmî çawit kird be şêtî!
berim da yek kebûter bo dû şahîn!
biłêm ba ḧałî dił çone ledest çaw:
musułmanêke, meḧbûsî dû bê dîn!
ḧelawet nayêłê şorî le şehda
lebî yarim nemek kirdûye şîrîn!
muḧîtî baẍî řûte, çînî zułifit
kesê neydîwe marî řeş be perjîn!
şew û řoj zîkirî «salimNasnava edebî» îsmî toye
bih «اەلْḧimْdiErebî» û be «tahaNava taybet» û be «yasînNava taybet»