«ٲbişrwa», ya ehlî zułmet, pertewî zew bû ’eyan

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  391 Dîtin
«ٲbişrwaErebî», ya ehlî zułmet, pertewî zew bû ’eyan
tîẍ berkef subḧidem bo gerdinî şew bû ’eyan
merkebî xor asmane, nêzeyî zeřřîn be kef
wek ’ereb dîsan le meydana be hew hew bû ’eyan
destî ředdim da le sîney carîyey ehlî ḧebeş
wa le le’lî mułkî řûyî şahîdî new bû ’eyan
baz nîhan bû leşkirî zengî le ḧîsnî nîstî
wa leber tîpî şehî xawer, řewařew bû ’eyan
ermenîm ger şewperist bim, ça bû ew çû, řoj hełat
diłberim nageh wekû şîrînî xusrew bû ’eyan
şew řeqîb bû, nûrî çawî birdim, emca dîq bika
her ke derkewt merkebî xor, sa’eten ew bû ’eyan
diłberim wa hat seḧer, sê mu’cîze hemřahî bû:
řewneqî xor, nûrî dîdem, merkebî şew bû ’eyan
sîlxî mahî řozeye, we’dey mine, yaran newîd:
wa le ewcî ’arîzî yarim, mehî new bû ’eyan
perdeyî şew çak çak bû, nûrî zahîr kird seḧer
sûretî yarim, şukur, bo çawî bê xew bû ’eyan
ḧemdulîllah řoj hełat û şew řeqîb bû, defnî kird
qûtî «salimNasnava edebî» dembedem herdem ledest ew bû ’eyan