bo minî sergeşte, elḧeq, bê wefa bû asman

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  451 Dîtin
bo minî sergeşte, elḧeq, bê wefa bû asman
derḧeqim emcare yekser piř cefa bû asman
têkî da bunyadî wesił û şîşeyî bezmî şikand
bo xerabî mułkî dił, piř mûde’a bû asman
«alẍirzErebî» hat řoşnayîy dił leber şem’î murad
derḧeqî bextim nesîmî subḧiga bû asman
çak çak û let lete sînem le endûhî fîraq
bo diłî xwênînî min, tîrî qeza bû asman
wek hemawerdanî meydan, çaw û řûy her wa le min
bo kemînim gerdişî řûberqefa bû asman!
çunke zanî dił muḧessen bû letaw ceyşî fîraq
wek ’elem bo leşkirî mîḧnet bepa bû asman
têkî da ẍurfey muradim, bûmelerzey înqîlab
bo binaẍey mułkî ’îşqim bedbena bû asman
mułkî baban piř le ẍewẍa, xakî kurdistan xerab
mayeyî fîtne û fesad û macera bû asman
ḧeqqî suḧbet, bo be çaw nadrê salimNasnava edebî! besyetî
par le wesła çend řojê aşna bû asman!