cem’î zîddeyne le řûy mûyî sifîdem řuxî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  391 Dîtin
cem’î zîddeyne le řûy mûyî sifîdem řuxî yar
giř debestê be yeqîn penbe le nezdîkîy nar
’ezmî ew şoxe, welê nazîmî zîddeyne mudam,
sazşî da ke le řuxsarewu mû, agir û mar!
sûretî ’aşiqîy û pîrîy min bêne nezer:
wekû tîflê ke bida pence legeł şêrî şikar
şadîy û ẍusseye bo dił, řuxî diłdar û řeqîb
tereb û endûhe bo bulbulî şeyda, guł û xar
diłî salimNasnava edebî be sefa ’eksipezêrîy řûte
řoşnîy wa, be sitem, ḧeyfe bibê tîre û tar