be yadî to barzanî

be tasey towe îdrîsî xoşewîst
Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 4 Xulek  511 Dîtin
sał le sûřanê be lezin
swarî keḧêlî xoş bezin
řêga bê kend û kułoye
řêbwarekeş sereřoye
řoj dê mang hełdewêznê
mang pirzey sałê deçnê
çi werze, çi kat, çi sate
piř le kêşe û karesate
her mangê dê tê depeřê
her carê sał werdegeřê
her řojê ke ser derdênê
tasey kesêk demtasênê
gêj û wiř debim serdemê
çî katê heme deydemê
bedway ewda xemêkî tir
damdegrê serdemêkî tir
ewîş gelêk naxayenê
yekî tir hełî dekenê
keser xo ne yek ne duwe
zor gencî wam le dest çuwe
ke çerx û xulî zemane
ledway ew hemû geřane
cêgay piř nekirdûnewe
kelênî her hêştûnewe
bełam min lew derde çibkem
janî zor û dermanî kem
xemêk ke xewê destênê
ke dê ew peyame dênê
mirdin bo gel erkî meye
her kes sipardêkî heye
debînim gişt katê lenwê
barzanîye bo min dedwê
hest û hoşim dadegrê
hênd berze tefsîr nakirê
be řabirdûmda deçmewe
cwan webîr xom dênmewe
xeyał dê dewrim detenê
ew be hêz û min betenê
behêz û barîktir le mû
ew bał degrê minîş ledû
pêm nakirê wedûy nekewm
min gîrodey destî ewm
xeyał deykate hatuço
bom debête řayeł û po
xeyał mekom ledest denê
awa taftem pê deçnê
çon bû wa lam da le mebest?
çi bû hat řêgay minî best?
her çî bû xeyał pêy kirdim
ew hat bo lay tirî birdim
٭٭٭
her ew hest eka be ḧałim
min leřast hestî xom lałim
zor wişey wam le zaraye
man degrê le firyam naye
katê tenyaş dademênim
dest le ejnoyan werdênim
wişem xo nagirin nasrewn
wepêş firmêskim dekewn
yan bo wişêk mat û gêjim
yan zorin dayan debêjim
xom le dizêwan debwêrim
kamyan cwanin lêy dejmêrim
ta be şêwey wêjewanî
yadî to bikem barzanî
peyamî hełdegirim deřom
îtir sinûrê nîye bom
debme sirwey bay beharî
deçme cergey kurdewarî
gełî û şîw û doł û çeman
gewe û lapał û esteman
lutke û terit û řij û nişêw
naw lêřewar û dar û çêw
şax û kêw û xiř û dołan
naw kewye befir û zendułan
le pêdeşt û şîna werdan
lenaw senger û bin berdan
le řêda herçî deygemê
řaspardey ewyan dedemê
kuřan dên û dewrem deden
ew peyame dênin û deben
herwa ke gwê le min degirin
leber xawen peyam demirin
pêkewe deyken be sirûd
be geł boy denêrin dirûd
bełam nemzanî hoy çîye
îdrîs le nawyanda nîye
xo ew le sirewtin bedûr bû
ew her leser biřway sûr bû
ey hawřêy çya û řazanim
mekoy nihênî û řazanim
îdrîs deryay dił beperoş
were řazhełgirî xamoş
were gencî be zanist pîr
gencîney piř le hest û bîr
were hîway lêqewmawan
were pêt binê serçawan
were nyazî bê nazan
şaz lenaw hemû diłxiwazan
îdrîs pêşmergey şořişgêř
qedem asnî qełem zêř
sengergirî sułḧ aferîn
serkewtûy şeřî hendirîn
biřistibřî derfet estên
nermajoy harujaw pisên
yek řengî hawdeng bê jimar
dû bałî şeşpeř lê dyar
heste řapeře le xewê
were gelê gel toy dewê
nekey zîz bî le hevałan
neşkênî le biray xot bałan
be şanazî ewřo lêre
peyamhêner peyamnêre
gerçî le dûrî ałoze
leser ew goře pîroze
dełê: serokî xoşewîst
to jyanit boxot newîst
herçend kewte naw cyayî
binû to be diłnyayî
mełê dujmin be dihoye
êsteş kasî zebrî toye
eger dił piř le nasore
řêbwarî řêgey to zore
bałit bêne bîke pena
min sayey tom keme dena
be hîç hêzêk nayen lebin
pêşmergey to û hevałî min