şînî hêmin
Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
6 Xulek
1100 Dîtin
were ke wek payîzê zerde řengim
denałênim bełam natgatê dengim
were seyrê, serê hełbêne tawê
were lew nawe sîley çawê bawê
ew demey wa demirin bize leser lêw
katêk kes nayewê xişłî zêř û zêw
ew demey wa têk deşkên bazne û xiřxał
katêk bê kil demênnewe çawî kał
ew demey wa dekirênewe kołwane
ew katey wa fiřê dedrên lerzane
ew demey destî dawetê ber dedrên
katê yexe û berok le kuřan dadexrên
ew demey wa xem le xeyał dehałê
xeyał ledes xemê degrî û çi nałê
ew demey kuř ejno degirin le baweş
kîjan leser dehałênin desrey řeş
ew demey wa le xem dedrên soranî
«nałey cudayî» degrê cêy goranî
ew demey wa dengî naye heyase
heyase û sîne hełdegrê henase
ew demey wa cêjwan kiř û bêdenge
ew katey wa diłî kîj û kuř tenge
ew demey wa mey bê meze denwênê
ew katey wa meygêř diłyan demênê
ew katey wa ser şîn deken kezî şoř
ew dem ke debne kwên ketan çîn û toř
ew demey wa law ber deden gwê swanan
kaban be meşkey hełnałê beyanan
ew demey şwan des debzêwê le bilwêr
têkeł debê dengî legeł aw hełdêr
ew dem ke pîre şwan peyam denêrê
bêrî beřê deka wełamî xêrê
ew demey wa pişû naye lelaye
ew katey wa behar dê sirwe naye
ewdem şarî mehabad le temêda
nek mehabad kurdistan le xemêda
ewdem hêdîNasnava edebî le tasey toda emrê
min řast ewdem janî şî’ir demgirê
be yadî towe deykeme wiřêne
lêk dehałêm wek marî ser xezêne
min matî tom mełê xewî girane
be řoj siřim, cîngił dedem şewane
bo wey ewřo bizanim bo to bidwêm
derkawderk hêmin ledway şitî nwêm
her goşeyek sed carî lê denořim
wişe heye sed barî lê degořim
wek řawçî destî destiřêjî debzêwim
bełam kemtir amancî xom dengêwim
wek tîrê dêm deřom berew nîşane
le nîwey řêye deykeme kewane
çi bikem nêçîr mamzî bê parêze
řaw çend peyte, řawçî hênde bê hêze
xeyałî min hewdayeke bote daw
melî wirya çon dête ser dawî xaw?
gelêk caran dekewme tarîkayî
dûr debînim giř û tem û tarmayî
nazanim toy û agirt le derûnda
yan «hêminKes»e lenaw «tarîk û řûnNava taybet»da
zor wa debê le firyam dê xeyałim
min boy deřom ewîş debête bałim
îtir parde û perjîn nagirin berî min
ber û baxeł daxnim le gułî desteçin
zor carîş her tase û dûrî azîze
şî’rî cwan řûm tê naka lêm zîze
dił hênde sarde û wişem le zarî dexzê
hełbestî min leser lêwim delerzê
were ba emnîş bigrê hest û sozit
were û sûr hełgeřê be «řiqî pîrozitNava taybet»
bê to «perî hełbestNava taybet» peřî werîwe
kes perîy hełbestî wek to nedîwe
were to hênde bo lew jîne têrî
were çawî le řête «şengebêrîNava taybet»
were were meřo be namradî
were hêmin eto û «’îşqî azadîNava taybet»
were hêmin peley çîte bo mirdin
eto û meterêzî şeřef çol kirdin?
etow wa bo merg ser danwênî?
were hêmin eto û «peyman şikênîNava taybet»?
êwe mełên şîn bo hêmin degêřîn
mełên řoj bo çiley hêmin dejmêrîn
mełên hêmin derdî gelî dezanî
mełên bew řazabowe wêjewanî
mełên hêmin xoyî dûrewłat bû
mełên hêmin deste çîley xebat bû
mełên hêmin widmî şî’rî bedest bû
mełên hêmin xway şî’ir û hełbest bû
mełên hêmin nebû, ney bû deynałand
nałey ew bû xełkî lexoy dehałand
mełên hêmin sersextî diłgerm bû
wişe wek mêw le destîda nerim bû
mełên hest hêmnî han da neřandî
xewî giranî gel hêmin řewandî
mełên hêmin wêney gelî wa kêşa
serincî sed wênegrî řakêşa
mełên hêmin çîrokî xemřewên bû
witey hêmin bo hełbestan hewên bû
mełên hêmin řoyî kurdistan şêwa
pîr û ciḧêł quřyan bo hêmin pêwa
mełên hêmin awêney derd û jan bû
barî sitem le şananî giran bû
mełên her çî zewuzwî kird zemane
hêmin her yek bû pêy nekira duwane
mełên hêmin bew xake be wefa bû
daykî weten kurdane goçî dabû
îtir mełên hêmin şêrî pirçin bû
hêmin hêndey bese biłên hêmin bû
minîş nałêm hêmin kem hat be bîra
nałêm hêmin řoyî qedrî negîra
êsteş nałêm werin řêzî lê bigirin
min her dełêm degeł kesî řamegirin