be yadî to barzanî

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  571 Dîtin
min demgut: pêşmergey çakim
demgut le mirdin bêbakim
demgut: min kurdêkî azam
nabezim, nakewm bezam
demgut: ser ba leser dar bê
bełam kurdistan řizgar bê
demgut: ca min bo bimênim
ger ser bo dujmin danwênim
demgut: bo koyley to nabê
kesêk hîway be jîn mabê
min demgut: xirmey şest têran
nahêłn ziřey zincêran
min demgut: xiřey çexmaẍan
řewandyan xewî wetaẍan
min demgut: jengî xenceran
bisiřn be xwênî bedfeřan
demgut: to her lewsawe bûy
piştî gelî çewsawe bûy
demgut: sayet bawîye kwê
lewê nirxî huma deşkê
min demgut: gel degel řêber
peymanêke û deybate ser
min demgut: wek wêjewanan
be wişe řadênim zwanan
ałqey wa dawêmewe gwêyan
ser û des bişkên le swêyan
le kirdewey qaremanan
piř dekem zar û zimanan
wabê kurd goçî pê bigirin
neyar le daxanî bimirin
ag deřjênme henawan
dênme xwar esrînî çawan
germ dabê kořî kuřan
kořî xwênpak û dił piřan
bezmî xawenbîr û hestan
kořî kurdistan peristan
ew kořaney wa şeş sałe
cêy toyan têda betałe
ta demwîst nawî to bênim
detgut şimşîr deweşênim
le pîtim, le wişem, le řistem
le şî’rî germim, le bestem
kwêstan ewto germ debû
germên haławî bo deçû
demgut çî emdî çî embîst
demgut herçî diłim deywîst
min tom edî û piř be bałam
le bałay xeyał dehałam
berew amanc bîrî wirdim
bałî degirt û deybirdim
bo lutkan peřî hełdawîşt
kwê berz bû lewê denîşt
tînî hebû wite û wełam
barzanî ta tom bû, bełam
koçî to way kird le hestim
soz nema lenaw hełbestim
deynûsim û leber xomewe
be firmêsk deyşomewe
bê to gerçî le kuł piřn
henasêkî sard û siřn
to hêzî hest bizwêner bûy
boyeş her ewdem ke to çûy
teřî û têr’awî honrawan
cêyan gořî hatne çawan
debû çaw le dił bitorê
xwênî ew dê lew deçořê
her dił destî kird be şînî
çaw lêł deka to nabînî
nana, çim gut? to nemrî
nemdî kes bo nemir bigrî