yadî barzanî

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 3 Xulek  526 Dîtin
le diłimda bû legełta bidwêm
bênmewe gořê xemî kon û nwêm
le gizî û fêł û çepokî zordar
le gelî derbeder û řût û hejar
hest eger destê bidate destim
karwanê le mebest řabestim
perde wa dên û lelam řadebiřn
ewî diłxiwazî minin xo degirin
ca xeyałim ewê xo nebwêrê
bêt û lew nawe yekê bijmêrê
ger lewe derfet û meydanî nebû
demê bimbatewe çaxî pêşur
serçya û naw gełî û, dar û dewen
naw kewî befir û, řinû û lêř û çemen
hemû la denge, hewałe, xebere
ser çya sengere, dawên çepere
teqeye girmeye, desřêjî tifeng
tem hemû cêye dekate şewezeng
hêrşî pêşmergeye bo ser dujmin
lêy dekałêtewe hêrş birdin
ser deba gyanî neyar destênê
ser weber dujminî kurd nahênê
hendirên sengerî serberzane
gyan lewê çendî biłêy herzane
pêkewe lênk dedrên lew herde
cendekî caş û serî serkirde
le kuřek dête řijan xwênî geş
sêre nagîrê leber dukełî řeş
termî dujmin leser awî bêxał
bote çêştan û bijîwî qel û dał
řoj û şew lêre hemû deşt û derê
wekû yek agirî deřjête serê
lutke her sengere, deşt her meterêz
şax û deşt emrî serok egrê berêz
ne kuřek ser le temê derdênê
ne sefîn! heł deçnê dawênê
baregay řêberî kurd wa lêre
baregam gut keçî lanî şêre
bin teřaşêkî eger sakare
şeref û gewreyî pêwe dyare
kam çya berze leser ew ’erze
serî ew serwere hênde berze
êste deřwanim û to nabînim
dêwu somaym eba esrînim
řûn nîye çawim û lêm şêware
çaw nema, yan to nemay lewnawe?
pêm ełên bêm ewe sał nwê bowe
bigirim kořê be yadî towe
dêm heta destê beser xoma dem
to le yadim eçî ta yadit kem?
serdemê bûy û betowe nazîm
to ke çûy, řoyî hemû şanazîm
bo to min hênde nebê nîme wełam
kospî řê gerçî gelêk zore bełam
şerte min des le wefat hełnegirim
her leser řêy to biřom ta demirim