mał awayî

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  919 Dîtin
řê ewe hatuwe bibřê kem kem
řêy be hewraz û newî û derd û xem
çaw degêřim le çya û awayî
le pişûy axrî mał awayî
maç dekem miste giłêk dû sê car
be leşim dadê tezû ser ta xwar
degirim řêy dewen û derbederî
řojê dê derbederîş danê serî
ke deřom řoyînekem nabedłe
şînekem çunke ket û nîweçłe
kurdewarî gelê cêy way mawe
qařeman gyanî lewê danawe
hen leřêy ew geleda bê seruşwên
çûn û bom řûn nebû cêyan le kwên
boye derfet nebû gişt cêye biçim
min le řast wan keçî her esto keçim
ewî wîstî leweda lêm xoş bê
gewreyî kirduwe yaxwa xoş bê
dawî xem ger gutim awa badem
boye bû destê be ejno dadem
lêm dedił negrî denaw giłkoda
diłî min şête de tasey toda
çend be yadî tu şew û nîweşewê
řaçenî hêdîNasnava edebî le wîjîngî xewê
min ke ew çend wişeyem pêkewena
her mebest bîrewerî to bû dena
karê pêk naye be xozge û birya
dujminî pêkenî her kes girya
kurd û pařanewe şerme, şerme
diłî řeq bo demî xencer nerme
kełkî hîç nagrê şîn û řořo
tołe estandine mercî min û to