çomî kodeł

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  473 Dîtin
kodeł êstaşî sirewtin nawê
sîng le berd ekutê pirîşk dawê
hełweda û şilwê be çolda wêłe
çawe her lêł û deraw her lêłe
ew ke sałan xuř û mend û gomî
qełpezey awî le małî çomî
wat ezanî ke hemûy kafûre
êste be xwênî şehîdan sûre
kefî şêtane deçênê û degeřê
le tenîşt dar û dewen tê depeřê
ser beser awdiř û xiř dadegrê
hêndê deřwanê lewêş řadebřê
ne «şerîf zade» le hîç kwê hestî
dêtewe gwê ne «miḧemed estî»
ne «ḧusên řabî» îtir lew nawe
hełmetî nîweşewanî mawe
ne le cêyek ’elî ’ewła kołî
mawe hełmałê le dujmin qołî
dê û denałênê le dûrî azîz
serî şêwawî denête lim û xîz
ne dwayî dê ne debřê şînî
wekû kost kewte deçê nałînî
degeł esrînî min awałe ewîş
herdûla lêłn îtir boye minîş
herçî firmêskê le çawda mawe
lêre deyřêjme ew serçawe