şaxî gwêze kwêre

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  498 Dîtin
lew çeme ba le derawê bigeřêm
bazê bawêmewe ewber wepeřêm
serxewêk bermewe gwêze kwêre
xewî bê wade be çawim fêre
şarezam gerçî gelêk lew nawe
zor kesim lê be temał hełnawe
lew çyaye gelê carim dîwe
caş û jandirme de xwên gewzîwe
lêre zor car çeteyan bo hatûn
«ḧacî parast» û «ḧusênî xatûn»
êste hestêkî nîye bê denge
çawî casûs le xewa bê řenge
taw hełat wextî le xew hestanê
řûy řwanîn dekeme nistanê
ba hetaw katê gizîngê dawê
çawî lêłim bewê řûn kem tawê
wa mezane ke hemû her xewtûn
kuřî azay gelê lê hełkewtûn