behar

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  960 Dîtin
bezeyî dê be hetîw hewrî behar
řêjne baranê deřêjête xwar
şîn deka berz û pesar û dawên
heł deden tule nemam û lawên
qetre awingî gełay kiştukał
řûn ebin herwekû çawî qirjał
mêgełî têr û tesel lêr û lewê
dên û şaław debene berde xwê
gewre sał goştin û poşte û be bezin
tazezaw goç degirin heł debezin
debne destař û piney pan û berîn
dugî estêwir û sîngî parîn
zû le deştê leweř ekirên boje
řan îtir řûy le qed û ber řoje
řê le řadan degrê ber leşewên
şwanî mandû ke girêy da des bên
qere her dasî kuř û kaş deswê
ḧez deka şînke leser berd biřwê
xoş deka dû sere řêy hatuço
awî baran le qefî genim û co
ḧewşî koşk le gułî desçîn piř
fiřî dawêne gułî řijd û çiř
kurte bałaye wenewşe mone
çi dezanê serî bîza çone
lay layî şewe xirmey baran
besteye bo diłî şewbêdaran
xus deba ger newîye ger berze
dezelên şêw û beyar dû werze
keçî lafaw wekû destî zordar
dê û lebin hełdekenê koxî hejar
ta wexo dêtewe çaw hełdênê
xanwe quřmawyekeşî namênê
awî sêławê denîşê kem kem
werh biřwane debînî ewdem
çî be baranî pełey dêrawe
wekû biřjangî hetîw têr awe