çwarçira
Li pirtûka:
            Karwanî Xeyal
        Berhema:
                Hêdî (1927-2016)
        
             2 Xulek
             2064 Dîtin
        
        
    řêge deřwa wekû hewday xeyał
demgeyênêtewe cê kořî betał
çwarçira lewberewe demkêşê
serî sewdam heye deçme pêşê
baş ke deřwanme tarîkayî
dawełî  qoçî deka tarmayî
çiqłe xoy û le gułî dewrî siłe
çiqłî lê laçê ewî dîke gułe
şêre  berdîne lecêy perjîne
piştî lew dawełe naşîrîne
nayewê çawî be çarey bikewê
keçî naçare leber pêy dexewê
daxim ew xake ledes pîs û çepeł
řojê sêdareye řojêk daweł
herçî lew naweye heryek be cwê
le şitî kon û nwê bom dedwê
be kun û qujbine řêy barîke
wek diłî dawełekey tarîke
hestî duçeşne le dił dên û deçin
xoşewîstî û řiqî dost û dujmin
çequço demgirê dême lerze
gyanî «qazîKes» defřê lew berze
lêre hełnaye îtir çawî teřim
kurinşêkî dekem û têdepeřim