pîroze

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  601 Dîtin
derdî diłdarî neba, ḧałî minîş wa nedebû
wa be mandûyî xeyał hênde le řêda nedebû
dwênê bew şêwe ke awałe neba sîng û berok
ewřo lew nawe qet ew şořşe berpa nedebû
min gutim xałî to wêney keme, emma dîtim
xo ke pîroze neba, her lewî peyda nedebû
biskî toy hate xewê, ewşo xeyał wedyare
piř buwe gencî, dena çawî le ḧezya nedebû
ger be des ew diłewe pêwe nebam, pîr û ciḧêł
dastanî minî lew şare le zara nedebû
min dełêm derdî minî lê buwe mecnûnî hejar
bo dena zyad le hemû ’aşiqê dêwane debû
sed diłim xozge debû xwaye hemûy piř le evîn
yaxo ew taqe diłe ḧesretî têda nedebû
herçî bû hêzî evîn kirdî, dena çon awa
leylê ew kîje řeq û řeşkełe efsane debû?!
ey xwaye xemî ew ’îşqe be «hêdîNasnava edebî» bêłî
çunke ew gence neba, hîçî le desta nedebû