henase

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  730 Dîtin
hełat taw û letaw řûy to kişawe
îtir her hełdê řojê û naye wawe
xeyałî min temay çî bû be zulifit
ke têk hała legeł ew dawe xawe
gizîngî řût hemû cêy girt ’ezîzim
le min bo sîleçawêkit weçawe
be bisk û xałewe to çit ewê lêm
ke ew dawet leser ew dane nawe?!
diłîkim bû, ewîşt bird û êste
henasey sard nebê çim pê nemawe
be têrawî, dełêy bejnî nemamit
leser řûbarî çawî min řuwawe
çilon ałoz nebê bîrim ke mûy to
debînim wa le řût pexiş û biławe
şewê bo seyrî bey bangim ke, çunke
berokî to be řoj her daxrawe
ewe carêk eto bigrê henasem
kewa xunçey demî toy pê kirawe
le henye û kezyekanit řademênim
serim suřmawe min lew hewr û sawe
eger sed hênde «hêdîNasnava edebî» lome bikirê
evînî to, gułim! nanête lawe