hîlal

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 1 Xulek  936 Dîtin
eger genc bam û şa’îr bam, her basî zułfî tom dekird
mûy tom lecyatî sunbulê desk dekird û bom dekird
şoxekanî kurdistanim debirde layê, damdenan
cwanî hemû dinyam dêna êre û qurbanî tom dekird
nexşî tom heldekend le bêstunî xeyał wek şîrnê
beserhatî ferhad çi bû, minîş ewem bexom dekird
ewî awêney bestezman letrîfey řûy to deyzanê
lał bû, dena piştî mangî wekû kewanî kom dekird
be dûy hîlalewe sofî peřey hewranî deřwanî
be fitway dił minîş le jêr peçey seyrî birom dekird
ew firmêskî be yadî to řiştûme hênd xoşewîste
eger tirsî şepolî deryayem neba, wekom dekird
şewêk ke ew kořî neyarî řûn dekird be mangî řûy
le ḧezretan wekû şehab le dewrî hatuçom dekird
çibkem ’umir wefay nîye «hêdîNasnava edebî» dena řojê dehat
be nîwnîgayekî, çarey hezar derdî besom dekird