awêne

Li pirtûka:
Karwanî Xeyal
Berhema:
Hêdî (1927-2016)
 2 Xulek  915 Dîtin
ḧeyfe kwêstan bew sere berzanewe her tem nebê
ew teme pîroze sayey lew serane kem nebê
xo be zêř naygořmewe deşt û wiłatî xom, bełam
min serim têda deçê, cêgam eger ḧestem nebê
dujminim zor car be pîlan û deho řêy lê tenîm
qet bełam min pêm newesta dawî kes, perçem nebê
bê wefayî to gułim way kird bełênim da îtir
xem nexom bo wirde xałan, kem kem û dem dem nebê
şew be yadî to eger ejno degirme baweşim
kê heye firmêskî bo min hełwerênê, şem nebê
sirwe xoy hełdegrê bêşk areqî ser gerdenî
ger be hîway baweşênî zulfî, xatircem nebê
xo be carê kułmî awa agirê nakatewe
xałî ser lêwî eger lew goşeda hemdem nebê
her leber awêne řawesta be carê biskekey
dête ser řûy, her wek ew awêne pêy meḧrem nebê
min zimanim girtuwe zerdêkî bênme lêwekey
ew diłî birdûm ke pêwîstî be camî cem nebê
to xezênet yan nedîwe, yan le nirxîda hełey
nawî gencîne le cêyek bêne sîne û mem nebê
her xeyałî toy dewê bo xemřewên «hêdîNasnava edebî» ewîş
hatuwe dewrey dawe, îtir bo debê bê xem nebê?